Here naverokê

bîjî

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina bîjî   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî bîjî bîjî bîjî
Îzafe bîjiya bîjiyê bîjiyên
Çemandî bîjiyê bîjî bîjiyan
Nîşandera çemandî bîjiyê bîjî wan bîjiyan
Bangkirin bîjiyê bîjiyo bîjiyino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî bîjiyek bîjiyek bîjiyin
Îzafe bîjiyeke bîjiyekî bîjiyine
Çemandî bîjiyekê bîjiyekî bîjiyinan

bîjî m yan n li gorî maneyê

  1. Kesê ji jinek û zelamek ne jin û mêrên hev çêbûye.
    Hevmane: heramzade, pîç, weledzina, xwînheram
    • Ferîde bi bêhneke fireh lê bi awirên tuj bersiva dijminê xwe da: "Ka huş be dêla heram. Bîjî yê te ne. mêre te nekifş e... Xwedê zane te ew bîjî ji kê li kû derê peyda kiriye ku wisa newêrek, jarik, beredayî ye." — (2016Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta, çapa 2an, r. 49, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Berî ketina bajêr, Feyrûşayê xwe bi xwe got: Ez bi vê bedewtiya xwe, bi vê kelsim û gewretiya hanê herim ku jî, wê hin sofî û cendirmene bîjî min nerihet bikin û kula xwîna kurê min bînitin pêberî avên xwîndar. — (Zeynelabidîn ZinarBalafira Jînê, Weşanên Pencînar1993, r. 111, ISBN 91 972090 3 1)
    • Bi serê min û we, ez dibêjim di dinyayê de ji van segbavên rojnamevanên Tirk bîjîtir kes tuneye. — (09.11.07Ehmedê BişêrîFatma Kûrtûlan bû benîştê devê segbavan [arşîv], lotikxane.com)
  2. Kesê pirr şatir yan şeytan yan fêlbaz.

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]
  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya bastard a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.