Gotûbêja alîkariyê:Cureyên peyvan

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Alîkarî[biguhêre]

@Ghybu û Şêr: Wîkîferheng:Zibare (û yên din) û Alîkarî:Rêziman hemû yek bikim? Bila gotûbêjên wan yek bibe loma dibêjim. --Balyozxane (gotûbêj) 23:29, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Tu dizanî:) Herwiha bi min rûpela Wîkîferheng:Format jî rind xuya nake...--Ghybu (gotûbêj) 23:37, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Temam ez dikim Hemû beralî Alîkarî bikim. Herwiha em hinek bifikirin çawa format rindtir bikin. Çi jê kêm e?--Balyozxane (gotûbêj) 23:44, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Nizanim bikarênerên nû rind fêm dikin an na? Te rind fêm kiribû?--Ghybu (gotûbêj) 23:53, 17 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Dema ez nû hatim gelek tevlihev bû. Lê niha baştir e. --Balyozxane (gotûbêj) 00:54, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Li aliyê çepê lînka Alîkarî û Bexş bike heye. Min gelek ceriband lê min nikaribû lînka Alîkarî biguherînim wek Alîkarî:Zibare. Gelo dikarî ji kerema xwe re? --Balyozxane (gotûbêj) 01:03, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Li vira ye: meta:Fundraising 2011/Jimmy Letter 003/ku. Peyamên sîstemê li ser meta: û li ser translate.net ([1] / [2]) tên guherandin / kurdîkirin...--Ghybu (gotûbêj) 01:12, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Ez nû hînî wîkîferhengê bûm :D Nikarim dest bi ya din bikim niha. Gelek tevlihev e. Min tenê xwest [[Wîkîferheng:Alîkarî|Alîkarî]] weke [[Alîkarî:Zibare|Alîkarî]] biguherînim. --Balyozxane (gotûbêj) 01:21, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane:. Li vira binêre (li bin beşa "Alîkarî"): MediaWiki:Sidebar (helppage|help). Lînk li vira tê guherandin: MediaWiki:Helppage. Ew lînka tenê Interface administrator dikarin biguherînin Bişirîn ping Bikarhêner--Ghybu (gotûbêj) 01:32, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
PS: Min li vira nivîsandibû: Wîkîferheng:Portala komê#Rû--Ghybu (gotûbêj) 01:34, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Ew gelek tevlihev in nayê fêmkirin çi çi ne :D Her wiha ez jî dixwazim mafên interface administrator. :D Divê li ser Wîkîferheng:Rêveber/Balyozxane binivîsim? --Balyozxane (gotûbêj) 01:38, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: "Min tenê xwest [[Wîkîferheng:Alîkarî|Alîkarî]] weke [[Alîkarî:Zibare|Alîkarî]] biguherînim." Ev temam e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:21, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Ji bo ku mafê "interface administrator" bi dest bixî cardin dengdan hewce nake. Li ser Wîkîferheng:Rêveber/Balyozxane wê jî dikarî diyar bikî, lê nekî jî dibe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:23, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Gotûbêjên Wîkîferheng:Zibare (û yên din) û Alîkarî:Rêziman nebe yek jî dibe bi ya min. Jixwe ger yek alîkariyeke teknîkî bixwaze, ji bo me ferq nake ku ji ser kîjanî xwestiye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:25, 18 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Mala te ava, bira!--Balyozxane (gotûbêj) 06:55, 19 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Paşê sererastkirina gotarên vira, g=2 tê rakirin. Mixabin baş nebû, cureyên peyvan tevlî hev in.--Ghybu (gotûbêj) 21:43, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: Bi ya min ji wiktionary-ên din baştir e. Ez ji ya inglîzî ti tişt fêm nakim :D --Balyozxane (gotûbêj) 22:05, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Spas, daxwaza me jî ew bû. Me koda nivîsê pirr teknîk nekir... Herwiha Wîkîferhanga tirkî jî hemû koden Wîkîferhenga îngilîzî kopî kirine.--Ghybu (gotûbêj) 22:13, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Mala we ava! --Balyozxane (gotûbêj) 22:15, 30 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu û Balyozxane: Merheba. Min hinekî li kodên rûpelên Wîkîferhenga îngilîzî nêrt, bi rastî pir kurt û teknîk in. Ewqasî teknîk ji bo yên nûdestpêkirî wê zahf tevlîhev be. Bi awayê vê gavê jî hin bikarhênerên ku bi salan e li vir in hê jî hînî vê sîstemê nebûne, îca ku em wekî hin wîkiyên din kompleks bikin, wê îca çawa bibe nizanim. Lê wisa dixuye ku li gel hin zirarên wan sîstemên kompleks gelek fêdeyên wan jî hene. Ji xeynî vê ev şablona g=2 min hê jî fam nekiriye ku bi kêrî çi tê. -- Bikarhêner (gotûbêj) 16:34, 2 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: sedema parametreya g=2 (dû sererastkirina gotarên vira/jêr ,"g=2" tê rakirin).

kurdî: Şablon:bê g=2
inglîzî: Şablon:bê g=2

Gotara din binêre (formata kevn e cureyên rêzimanê tevlî hev in). Min parametreya g=2 li tevlî kir: bnr. çito bû, [3] (formata kevn rind xuya nake). Gotûbêja vira jî binêre, Cudakirina peyvan--Ghybu (gotûbêj) 17:27, 2 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min li vira jî nivîsandibû: Şablon:nav#g2--Ghybu (gotûbêj) 17:43, 2 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

Kurtenav[biguhêre]

Li çavkaniyê bigere: "NATOyê"nûçe · kitêb · zanyar · wêne
Li çavkaniyê bigere: "NATOya"nûçe · kitêb · zanyar · wêne
Li çavkaniyê bigere: "NATOyî"nûçe · kitêb · zanyar · wêne
@Balyozxane: NATO (û yin din DYA, ...) peyveke navdêr e, zayenda wê jî heye. Nizanim beşeke "Kurtenav" hewce ye an na--Ghybu (gotûbêj) 18:04, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu: Gelo em li hemû kurtenavan tewandin zêde bikin? Jixwe heta niha min nedît kurtenaveke bêzayend. @Bikarhêner: tu çi dibêjî? --Balyozxane (gotûbêj) 18:15, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane:Di nav hevokan de li gorî zayendê tên bikaranîn (di nav hevokê de: wê NATOyê? an wî NATOyî? çito tê zanîn?). Ji ber vê yekê tiştekî hewce ye.--Ghybu (gotûbêj) 18:48, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Kurtenav û peyvên biyanî bi pirranî bi awayê mê tên bikaranîn. Jixwe dema li googlê jî digerî, bi pirranî mê dibînî. --Balyozxane (gotûbêj) 19:04, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Dizanim, zayendên hemû bajaran jî mê ne û hemû çeman jî nêr in... feqet mijar li ser zayendên wana nîne. Nivîsandina zayendên wana li ser Wîkîferhengê ye.--Ghybu (gotûbêj) 19:14, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu: Wiktionary wana wek Serenav bi nav kirine. Em jî werganî bikin? --Balyozxane (gotûbêj) 19:26, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Balyozxane, û Guherto: Bi ya min jî ji bo kurtenavan lêzêdekirina zayendê ne hewce ye. -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:23, 20 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

nexwerû[biguhêre]

@Bikarhêner, Balyozxane, û Ghybu: Dibêjê "lêkera nexwerû, negerguhêz: ketin" lê rûpela wê dibêjê "xwerû, negerguhêz". Kîjan rast e? Nexwerû heye? -- Guherto (gotûbêj) 12:51, 10 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Guherto: Spas. "lêkera nexwerû" şaş e. Min sererast kir.--Balyozxane (gotûbêj) 12:53, 10 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
Temam, mala te ava. -- Guherto (gotûbêj) 12:54, 10 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Merheba. Bi ya min îfadeya "lêkera nexwerû" ne şaş e, lê hewce nake ku hebe li ser wîkiyê. Ji ber ku mesela lêkerên di kategoriyên "lêkera biwêjî", "lêkera hevedudanî", "lêkera pêkhatî" de lêkerên nexwerû ne. -- Bikarhêner (gotûbêj) 14:28, 10 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]

jê birin[biguhêre]

Merheba, nimûneya "jê birin" dibêjê ku ew negerguhêz e lê rûpela wê dibêjê gerguhêz. Ez dibêjim gerguhêz rast e, hûn çi dibêjin? -- Guherto (gotûbêj) 18:20, 15 çiriya pêşîn 2020 (UTC)[bersiv bide]