Gotûbêja Wîkîferhengê:Peyvên bi rr

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Peyva zarrok dibêjê bnr. zarok lê peyva zarokistan dibêjê bnr. zarrokistan.. Ev çima wilo ye? Peyvên bi "rr" ma birastî jî wilqasî hene? Berê bajarok ji digot bnr. bajarrok lê min wê çêkir. Ez peyvên vilo çêkim yan weke xwe bihêlim? Dengê "rr" di alfabeya kurmancî de nîne, Wîkîferheng çima li cihên go ne hewcêye wê bi kar tênê ji bonî kurmancî? Binêre Gotûbêj:wergerr. -- Guherto (gotûbêj) 10:46, 31 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Kurtenivîs xelet çêbû.. -- Guherto (gotûbêj) 10:47, 31 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Merheba. Bikarhêner:Ferhengvan berê bi yek "r"yê çêdikir madeyan, lê paşê fikrên wî guherî, bi du "r"yan çêkir, û yên yek-reyî jî kir du-reyî. @Ferhengvan: -- Bikarhêner (gotûbêj) 11:11, 31 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Li ber çavê min yek-"r" baştire, ez karim peyvên du-"r" bikim yek-"r"? -- Guherto (gotûbêj) 11:13, 31 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Kekê @Ferhengvan: zimannasek e. Pêşî em fikrên wî bibihîsin wê baş be. Jixwe tiştên binîqaş berî guhertinê divê bêne gotûbêjkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:10, 31 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Lewra biraderên din jî etîket dikim. @Hakîmo, Ghybu, Mohajeer, û Pispor: @Gulsumake, Ferhengvan, Balyozxane, û Bibliophile: @Biyolojiyabikurdi, CathFR, Cyrus the virus, û Ferhengvan: @Dr. Oremar, Eniboyy, Eyyubfirat, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Guherto, IbrahimKocher Duhok, û Jiju: @Penaber49, Sari Mahsun, Zinarê Meley, Ûsibê Bêmal, û Şêr: @Tûrikêxendekê, Sîbelkê, Sêwregî, û Qurreder: -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:10, 31 gulan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Hê di 2006 de ev problem hebû. Lînk. -- Guherto (gotûbêj) 09:02, 2 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Li gor min divê bibe yek 'r'. Heke em hê jî Celadet Alî Bedirxan wek bingeh ji xwe re qebûl dikin divê bibe zarokistan. Ev peyama bêîmze ya Rênas Xendekî2 (gotûbêjbeşdarî) e.

Îro meyla nivîsevanîya kurdî ya bi alfabeya latînî ber bi yek "r"yê diçe. Lewma ev ferheng jî wisa bike baştir e. Halê hazir jixwe gelek madeyên di vir de bi yek "r"yê hatine nivîsîn her çend "r"ya wan stûr be jî. Ev peyama bêîmze ya Eyyubfirat (gotûbêjbeşdarî) e.

Jêbirina peyvên ku bi du-r-yan dest pê dikin[biguhêre]

@Ghybu, Guherto, û Balyozxane: Merheba hevalino. Bi ya min ji hejmar 2856 - 3051 peyvên ku bi du "r"yan dest pê dikin tev bi eşkereyî şaş in. Di meseleya du "r"yan de herçiqas neliheviyekê hebe jî di ti ferhengan de ev peyv bi du-r-yan nehatine nivîsandin. Ez dibêjim em van peyvan (yên du-r-yî) rasterast jê bibin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 00:10, 18 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Bikarhêner: Ez jî wilo difikirim, birastî ez dixwestim hemû rr werin jêbirin lê bahwer nakim wilo bibê. -- Guherto (gotûbêj) 12:23, 18 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min li deverekê xwendibû ku hemû r-yên di destpêka peyvan de req in, tu zanê ma ev rast e yan jî dîse devokî ye? -- Guherto (gotûbêj) 13:10, 18 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Guherto, û Balyozxane: Pismam k-ya req hebin jî bi du-r-yan nayên nivîsandin. Û gelek r-yên nereq jî hene, reng, rakirin, rû, rûniştin, rûn, rê, razan, rabûn, rokirin, rondik, ronahî, rojava, redkirin... -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:14, 18 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Heke em bixwazibin hemû dengên kurdî binivîsin divê em ~12 tîpên dî (yan jî 2 tîp ba hev) bi kar bênin. Ez dibêjim yan em hemûyan binivîsin yan jî tenê bi tîpên di alfabeyê de. -- Guherto (gotûbêj) 18:44, 18 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner û Guherto: Carekê hatine lêzêdekirin. Jêbirina wan jî zehmet e. Bi ya min bila bimînin. --Balyozxane (gotûbêj) 07:32, 19 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Temam hevalê hêja, ber peyv bimînin lê ma em nikarin tewandina jê bibin? Jixwe bahwer nakim gelek girêdan li ser wan hebin. -- Guherto (gotûbêj) 12:40, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Tu îllam dixwazî em tiştek jê bibin? :D --Balyozxane (gotûbêj) 12:56, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Erê, jêbirin gelekî xweş e. -- Guherto (gotûbêj) 13:04, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Temam lîsteyekê çêke kîjan divê werin jêbirin, ez ê jê bibim. Hem tu hem jî Bikarhêner dixwazin loma ez nikarim tiştek bêjim.--Balyozxane (gotûbêj) 13:06, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane û Guherto: Divê yên girêdayî wan jî bêne guhertin. Gelek girêdanên ser van jî hene. Berî jêbirinê em van sererast bikin jkx. -- Bikarhêner (gotûbêj) 15:56, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Ez tenê dixwazim ku tewandin werin jêbirin, ma girêdan li ser wan hene? -- Guherto (gotûbêj) 14:27, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner û Guherto: Hevalno jixwe em van peyvan jê nebin, çima serê xwe pê bieşînin. Bila bimîne ma çi zerara wan heye? --Balyozxane (gotûbêj) 15:52, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Talî talî ev qerara te ye. Ez nikarim tiştan jê bibim, tu çi bêjî ber wilo bibê. -- Guherto (gotûbêj) 15:58, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Tu dibêjî hemû tewandinên bi peyvên ku tê de rr hene werin jêbirin. Lê Bikarhêner dibêje tenê yên ku bi rr dest pê dikin werin jê birin. Loma ez jî nikarim qerarek bidim.--Balyozxane (gotûbêj) 16:02, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Herdu jî karin werin jêbirin :) -- Guherto (gotûbêj) 16:07, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto: Hin pirtûk hene peyvan bi du r dinivîsin loma ew baştir e ku em wek awayê rastnivîs nîşan bidin. --Balyozxane (gotûbêj) 17:11, 21 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Guherto û Balyozxane: Hevalino di meseleyên nîqaşbar de jêbirin şaş e helbet. Lê ger şaşiyên eşkere hebin rasterast jî mirov dikare jê bibe. Peyvên ku bi du r-yan dest pê dikin bi eşkereyî şaş in lewma min got em jê bibin. Mîsalen "rrakirin", "rraber", "rrabûn" hwd. Ev peyvên du-r-yî tev ji latînîkirina peyvên soranî an kurmanciya Başûr hatine tevlîkirin. Nimûneten peyva "ڕاكرن" "rrakirin", li ser peyva "r"yê şedde danîne lewma wek du-r-yan dinivîsînin. Nizanim ev ji bo soranî rast e an na. Dibe ku ji bo soranî jî şaş be. Nexwe zen nakim ku kes bêje awayê rast yê nivîsîna peyva "rakirin" wek "rrakirin" e. Lewma min got em van rasterast jê bibin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 06:02, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Bira "ڕاكرن" kurmancî ye ne soranî ye. Di alfabeya kurmancî ya bi herfên erebî de jî peyva ڕ tê bi kar anîn bnr. 1 Loma nivîsîna rrakirin jî ne şaş e tenê tercîheke din e. Ferhenga Mihemed Emîn Doskî bi behdînî ye û ew gelek peyvan bi vî awayî nivîsiye. Loma dibêjim divê bila bimînin. --Balyozxane (gotûbêj) 06:19, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane: Madem wisa ye bila bimînin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:30, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]