Here naverokê

çira

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
  • (Navdêr) IPA(kilîd): /t͡ʃɘˈɾɑː/, چرا /
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
  • (Cînav) IPA(kilîd): /ˈ't͡ʃʰɘrɑː/, چڕا /
  • Deng (Bidlîs): guhdar bike(file)
[biguhêre]
du çira di destan de

çira m

  1. tişta/ê ku ronahiyê dide
    (wek lampe yan find anku mûm), şemalk

Ji wêjeya klasîk

[biguhêre]
  • ~ 1720, Mela Hisênê Bateyî, Mewlûda Kurdî:
    Gazî ket îxwan û hilbêtin çira
    Bête xwendin Mewlûda xeyr-ul wera

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina çira
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çira çira
Îzafe çiraya çirayên
Çemandî çira çirayan
Nîşandera çem. çira wan çirayan
Bangkirin çira çirayino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî çirayek çirayin
Îzafe çirayeke çirayine
Çemandî çirayekê çirayinan

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Formên alternatîv

[biguhêre]
  • çirax (di bin tesîra farisî de)

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreha soranî چرا (çira), farisî چراغ (çeraẍ, çiraẍ) û pehlewî çirak, ji zimanên îranî, belkî têkilî peyva çirisîn. çırağ ya tirkî, ճրագ (črag) ya ermenî, ܫܪܓܐ (şiraẍa) ya aramî, ჩირაღდანი (čiraɣdani) ya gurcî û سراج (sirac) ya erebî ji zimanên îranî hatine wergirtin.

Werger

[biguhêre]

Cînav

[biguhêre]

çira

  1. çima, bo çi, ji ber çi,
    sebeb çi ye ku

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

ji + çi + ra (re), hevreha farisî چرا (çiřa), pehlewî çim ray, ji zimanên îranî. Ji eynî rehî: çima

Anagram

[biguhêre]