pişt

Ji Wiktionary

pişta kesekî

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Kurdî

[biguherîne] Wate

navdêr,

  1. aliyê paşîleşî ji patikê ta navtengê,
    hevbera sîngî û zikî lê li aliyê din yê leşî:
    Duhî zikê min diêşiya, îro pişta min.
  2. beşa jorîn ya leşê candarên çarpê
    (bi taybetî ya dewaran ku mirov dikare lê siwar bibe)
  3. dijbera pêşiyê, ji pêşiyê dûr:
    Yekî ji piştê gazî kir.
  4. hevbera kefa destî lê li aliyê din yê destî
  5. aliyê ne giring yan bênaverok:
    Tiştek li ser pişta wêneyê hatibû nivîsîn. (ne aliyê dîmen lê ye)
  6. parçeya kursiyê yan qenepeyê ku mirov dema rûdine ser pişta xwe didiyê:
    Pişta vê kursiyê şkestî ye.
  7. dawî, qepaxa aliyê dawiyê (bi taybetî ya weşanekê, wek pirtûkê):
    Lîsteya naverokê li pişta pirtûkê ye.
  8. qûn, kuna piştê

>br>hoker

  1. aliyê bi gelemperî berê mirovî ne lê ye:
    Li pişt xwe zivirrî.

[biguherîne] Bi alfabeya kurdî-erebî

  • پشت

[biguherîne] Nêzîk

[biguherîne] Dijwate

[biguherîne] Bide ber

[biguherîne] Bikaranîn

Navdêr:


Hoker:

  • piştê: Herrin piştê!
  • ji pişt: Ji piştê werin pêşiyê!
  • li pişt: Li pişt derî sekinîbû.

[biguherîne] Ji

avestayî: paršti- ("pişt")
pehlewî: pušt ("pişt")
farisî: pušt ("pişt")
belûçî: put ("pişt") ... alfabeya arî
kurmancî: pişt ("pişt")
soranî: pişt ("pişt")
zazakî: pāšt ("pişt")
sanskrîtî: pršthā- ("pişt")
yewnanî: pastas ("stûn")
latînî: postis ("stûn") ...
Çavkanî: Horn p.71, Watkins p.84, Etymonline

[biguherîne]

[biguherîne] Wergerr

Zimanên din