derxistin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

derxistin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: der-x-
RP.
Niha
ez derdixim
tu derdixî
ew derdixe
em, hûn, ew derdixin
Fermanî Yekjimar derxe
Pirjimar derxin
Rehê dema borî: der-xist-
RP.
Boriya
sade
min derxist
te derxist
wê/wî derxist
me, we, wan derxist
Formên din: Tewandin:derxistin

derxistin lêkera pêkhatî, gerguhêz

  1. avêtin derve, birin derê, bi zorê ji derekê derkirin, nehêlan li hindir bimîne
    Kurrê xwe ji malê derxist.
  2. belav kirin, weşandin, çap kirin
    Weşanên Helwest ev pirtûk derxistiye.
  3. (mecazî) dema dibêjîn
    min ew direwîn derêxist.
  4. (Dihok) (gotineke kirêt) afretek birin ciheke veder da seksiyê bike.

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Nakin qebûl vê dewetê
    109. belkî derxin ji ber derûretê
    110. Komek li me lazim bûye
     — (Feqiyê Teyran, )

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji der- + xistin.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derxistin derxistin
Îzafe derxistina derxistinên
Çemandî derxistinê derxistinan
Nîşandera çemandî derxistinê wan derxistinan
Bangkirin derxistinê derxistinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî derxistinek derxistinin
Îzafe derxistineke derxistinine
Çemandî derxistinekê derxistininan

derxistin

  1. avêtin derve, birin derê, bi zorê ji derekê derkirin, nehêlan li hindir bimîne
    Derxistina kurdan ji bajarrên wan yek ji tawanên mezin yên rejîma Sedam Huseynî bû.
  2. belavkirin, weşandin, çapkirin
    Em bi derxistina vê pirtûkê pirr dilşad in.

Werger[biguhêre]