gor

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Daçek[biguhêre]

gor

li gor(a) ... yan gorî...:

  1. Wek kesek yan tiştek dibêje.
    Li gor Qur'anê, mirovên baş dê biçin Biheştê û yên xirab dê biçin Dûjehê ango Cehnemê.
  2. Bi baweriya kesekê/î.
    Li gor te, divê em çi bikin?
  3. Bi tiştekî.
    Meaşê wî li gor seetan e.
    Peyv li gor alfabeyê hatine rêzkirin.
  4. Wek ku hatiye fermankirin.
    Divê hûn li gor şîretên min vî karî bi cih bînin.

Bi alfabeyên din[biguhêre]

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Deyn ji tirkî göre ji lêkera gör- (dîtin), bi tirkiya kevn köre ji rehê kör- (dîtin). Heman peyv wek گوێرە(gwêre) ketiye soranî jî. Di devoka Kobaniyê de bûye gulle.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Navdêr 1[biguhêre]

Gora Lev Tolstoy (2)

gor

  1. Cihê kesek mirî lê hatiye binaxkirin.
    Hevmane: tirb, qebir, qebr, mezel, mezar, ziyaret, aramgeh
    • Sê rojan bi wî awayî, bê ku bipeyive û devê xwe veke, bêlebat, bêhêvî, di nav malê de wek miriya ji gorê rabûye, diçû û dihat. — (Çiyayê Agirî, Yaşar Kemal, Weşanxana Çanda Kurdî)
  2. Derdora binê darê, cîhê ku qurmê darê lê dikeve binax.

Herwiha[biguhêre]

Bi alfabeyên din[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Teorî 1: hevreha soranî گۆڕ(gorr, gor), kelhûrî gûrr, farisî گور‎ (gûr), têkilî peyva gir (cihên piçekê bilind), ji proto-hindûewropî *gʰrābʰ- (kolandin, kolan), hevreha proto-slavî *grobъ (grobi: gor > polonî grób, sirbî гро̏б / grȍb, çekî hrob), proto-cermenî *graban / *grabō (almanî Grab îngilîzî grave, danmarkî / norwecî / swêdî grav, îzlendî gröf), albanî varr... Delîlekî din jî yê têkiliya wan, ji bilî şibîna peyva "gir" û "gor", ew e ku di zimanên din de jî ew têkilî heye û gelek caran peyva bi maneya "gir, girik" wateya "gor" girtiye, bo nimûne peyva τύμβος (tûmbos: girik > gor) ya yûnanî serekaniya peyva tumba (gor) ya latînî, tombe (gor) ya fransî, tomb (gor) ya îngilîzî û (bi rêya aramî) heta tirb (gor) ya kurdî ye jî.

Teorî 2: ji erebî قبر‎ (qebir/qebr) > erebiya iraqî gebir > kurdî *gewr/qewr > *gor > gor. Bo veguherîna "b/w" binere ba, baran, berf. Bo veguherîna "-ew-" > "o" bide ber: dor (ji erebî "dewr), "xox" (ji erebî "xewx", şor (qise, axivîn ji erebî "şewr").

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.


Navdêr 2[biguhêre]

gor

  1. gef, tehdîd, hereşe
    • Teşbîhê şecer digo »ene l-lah«
      Xergûş û xezal û gor û ahû
      Ev qaz û quling û kebk û tîhû
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]