gorr
Naverok |
Kurdî [biguherîne]
1. cihê mirovên mirî [biguherîne]
Wate [biguherîne]
Herwiha [biguherîne]
Bi alfabeyên din [biguherîne]
- kurdî-erebî: گۆڕ
Bikaranîn [biguherîne]
- (kesek) kirin di gorrê de
- (kesek) gorr kirin
- bi gorra (filankesê/î) (sond xwarin)
Ji [biguherîne]
Teorî 1: hevreha soranî گۆڕ (gorr), kelhûrî gûrr, farisî گور (gûr), têkilî peyva gir (cihên piçekê bilind), ji proto-hindûewropî *gʰrābʰ- (kolandin, kolan), hevreha proto-slavî *grobъ (grobi: gorr > polonî grób, sirbî гро̏б / grȍb, çekî hrob), proto-cermenî *graban / *grabō (almanî Grab inglîzî grave, danmarkî / norwecî / swêdî grav, îzlendî gröf), albanî varr... Delîlekî din jî yê têkiliya wan, ji bilî şibîna peyva "gir" û "gorr", ew e ku di zimanên din de jî ew têkilî heye û gelek caran peyva bi maneya "gir, girik" wateya "gorr" girtiye, bo nimûne peyva τύμβος (tûmbos: girik > gorr) ya yûnanî serekaniya peyva tumba (gorr) ya latînî, tombe (gorr) ya fransî, tomb (gor) ya inglîzî û (bi rêya aramî) heta tirb (gorr) ya kurdî ye jî.
Teorî 2: ji erebî قبر (qebir/qebr) > erebiya iraqî gebir > kurdî *gewr/qewr > *gor > gorr. Bo veguherîna "b/w" binere ba, baran, berf. Bo veguherîna "-ew-" > "o" bide ber: dor (ji erebî "dewr), "xox" (ji erebî "xewx", şor (qise, axivîn ji erebî "şewr").