sehaf

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • IPA(kilîd): /sɛˈħɑːf/, سەحاف/صەحاف

Navdêr[biguhêre]

Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî sehaf sehaf sehaf
Îzafe sehafa sehafê sehafên
Çemandî sehafê sehafî sehafan
Nîşandera çemandî sehafê sehafî wan sehafan
Bangkirin sehafê sehafo sehafino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî sehafek sehafek sehafin
Îzafe sehafeke sehafekî sehafine
Çemandî sehafekê sehafekî sehafinan

sehaf mê û nêr

  1. Kitêbfiroşê ku bi gelemperî kitêbên kevn dikire û difiroşe.
    • Li cem sehafê Kurd, bi zimanên cuda cuda pirtûk, kovar, nexşe û destxetên Kurdî û berhemên derbarê Kurd û Kurdistanê tên peydakirin. — (Omer Sonmez, Sehafekî Kurd wekî arkeologan dikeve pey pirtûkên kevin [arşîv], rudaw.net2013)
    • Qeyikvan ji wê kaxezê bê hêvî bû jî dîse ew kaxez bire sûka sehafan û şanî sehafekî da û jê pirsî: “Ma ev kaxez, pere pê tên?” Yê sehaf dema ku ew waw dît, gotiyê: “Wê kaxezê bide min, ezê kîsikek zêr bidime te!” — (Mihyedînê Mihemedê Remo - NûbiharGotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan [arşîv], PAK AJANS YAYINCILIK TURİZM VE DIŞ TİCARET LİMİTED ŞİRKETİ, 2022, r. 246)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî صَحَّاف(ṣaḥḥāf, kitêbfiroş) ji rehê ص ح ف(ṣ-ḥ-f) ku herwiha serekaniya peyvên wek mishef û sehafî ye jî.

Werger[biguhêre]

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.