rûp

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rûp rûp
Îzafe rûpa rûpên
Çemandî rûpê rûpan
Nîşandera çemandî rûpê wan rûpan
Bangkirin rûpê rûpino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî rûpek rûpin
Îzafe rûpeke rûpine
Çemandî rûpekê rûpinan

rûp , r-ya req, p-ya nerm

  1. lêb, hîle, xap, fêl, fena, qîle, dekûdolab, dek
    • Duyemîn hoy û mercên li pêşiya rewşenbîrên kurd, bikaranîne matematîka civakî ku xap û rûpan nasnake ye. Ev cureyê lêkolîn û lêgerînê dikare "heyecana fonolojî" bike destên me û me ji xap û rûpan, ji davikan biparêze.. Ji ber ku "gotin"ê jî gelê kurd kiriye nava xapandinê. Belê, gotin jî bi xap û rîp û davik in. Bi sedan sal e ku gelê kurd di davik û xefkên gotinê de digevize û hîna xwe ji van davik û xefkan xelas nekiriye. Tê zanîn ku têkiliya gotinê bi dîrokê re, bi olê re, bi zanistiyên civakî teva re heye. Gelên cîhanê zimanê xwe bi saya şoreşa fonolojî xelas kiriye. Feylesofên cîhanê, xwe li "şema dengan" kirine xwedî û "wateya fonemî" di xemhilgiriya "şema dengan" de çareser kirine. Ev kar, karekî taybet e, yanî înfra-fonemîk... Zimanzanî jî, bi saya vê zanistê derketiye pêş û gihaye qada herî bilind a fîlolojîk. — (Medenî Ferho, Ziman û siyaset / Siyaset û zimanDiyarname.com10/2007)
    • Hesen Axa di gel dawetiyan diçitin ku bûkê bînin. Bûkê siwar dikin û têne deștek heye, Deșta Dubanê. Dibêjin weko xêlî têne wê deștê, bi emrê Xwedê, ba rûpekê ji rúyê Lalîxanê direvîne û rûyê Lalîxanê vekiri dimîne. Hesen Axa rûyê Lalixanê dibîne ku her weko hîvê bi dera di çardehê da. — (Mele Mehmûdê BazîdîCami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê KurmancîLîs2010, çapa 1em, r. 75, ISBN 978-605-5683-27-6)

Herwiha[biguhêre]

[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]