pluralîzm

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pluralîzm pluralîzm
Îzafe pluralîzma pluralîzmên
Çemandî pluralîzmê pluralîzman
Nîşandera çemandî pluralîzmê wan pluralîzman
Bangkirin pluralîzmê pluralîzmino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pluralîzmek pluralîzmin
Îzafe pluralîzmeke pluralîzmine
Çemandî pluralîzmekê pluralîzminan

pluralîzm

  1. pir-rengî, pirçandîtî,
    hebûna yan pejirandina tiştên (bi taybetî nirxên) ji hev cuda
    • Tevgera me xwedî têgîhaştineke sîyasî ye ko meşrûîyeta xwe ya di qada vekirî de ji mafdarîya têkoşîna azadîya gelê me werdigire. Prensîpa bingehîn a tevgera me ew e ko bê bawerkirin û ji bo wê têkoşîn bê kirin ko netewa Kurd jî wek hemû netewên din ên dinyê xwedîyê mafê bi xwe biryardayinê (self determînasyon) ye, layîq û şayanî vê ye û vê heq dike. Ji ber ko me ev prensîp ji xwe re kiriye bingeh, pluralîzm, şefafbûn, pirdengî, pirrengî di nav têgîhaştina me ya xebatê de cîh girtiye. Em bi ‘wek xwe bûn’ û ‘wek xwe mayin’ê sîyasetê dikin. Em guh nadin sîyaseta taqîye. Di têkoşîna azadîya gelê me de gotina me heye ko em bikin û em wê di her qadê de vekirî û eşkere dibêjin. — (Fewad Onen: Ji bo dadgeha asliye ceza ya Şanli Urfayê, Nefel.com, 6/2008))

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Deyn ji îngilîzî pluralism ji latînî pluralitas (gelekî, pirî, zêdehî).

Werger[biguhêre]