pêsîr
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: pê·sîr
Navdêr
[biguhêre]| Tewandina pêsîr | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | pêsîr | pêsîr |
| Îzafe | pêsîra | pêsîrên |
| Çemandî | pêsîrê | pêsîran |
| Nîşandera çemandî | wê pêsîrê | wan pêsîran |
| Bangkirin | pêsîrê | pêsîrino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | pêsîrek | pêsîrin |
| Îzafe | pêsîreke | pêsîrine |
| Çemandî | pêsîrekê | pêsîrinan |
- (anatomî) bersing, sîng, memik, bersîng, paxil, paşil, himêz
- Murşîd di xwûnê gevizand
Pêsîr ji xwînê qirmizand
Qet mahê rû rehm pê netê — (Feqiyê Teyran, , ~1620) - Belkû bere (bersîng, rengama jora sîngê) û ya pêsîrêd yekûdu digirin. — (Mele Mehmûdê Bayezîdî, Amadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Weşanxaneya Nûbihar, ~1858, sala weşandinê: 2010, r. 111, ISBN 9789944360678)
- Jina ciwana qefilî ber pêsîrên xwe vekir, pêçeka zara xwe ya biçûk danî ser yanê (...) — (Dê û Dêmarî, Egîdê Xudo, Weşanên Nûdem)
- Diya wî zû ji nava nivînên xwe rabû û pêsîra xwe xiste dêv. — (Firat Cewerî, Girtî, Weşanên Nûdem, 1986)
- Pêsîra me jaran, ji zaliman xelasî bûye. — (2019, Mele Mehmûdê Bazîdî, Tûhfetu'l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan, Weqfa Mezopotamyayê, çapa 1ê, r. 160, ISBN 978-605-80975-1-3)
- Murşîd di xwûnê gevizand
- koş, navran, navling, navpî
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
Bi alfabeyên din
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji proto-hindûewropî *pisten-, hevreha farisî پستان (pistan) û farisiya navîn pistan, belkî kurmancî pizdan jî.