himêz
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]- Kîtekirin: hi·mêz
Navdêr
[biguhêre]| Tewandina himêz | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | himêz | himêz |
| Îzafe | himêza | himêzên |
| Çemandî | himêzê | himêzan |
| Nîşandera çemandî | wê himêzê | wan himêzan |
| Bangkirin | himêzê | himêzino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | himêzek | himêzin |
| Îzafe | himêzeke | himêzine |
| Çemandî | himêzekê | himêzinan |

himêz m
- bersîng, bermil, koş, pêsîr
- Himêz kirin. ― dan ber sîngê xwe û destên xwe li dor alandin
- Di himêzê de rûniştin. ― li ser çokên kesekî rûniştin
- (mecazî) vehewandin, pejirandin, wergirtin, qebûlkirin
- Ew fikir ji aliyê hemûyan ve baş hat himêzkirin.
Herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- himêz kirin (lêker)
- himêzkirin (navdêr)
- himêzkirî (rengdêr)
Etîmolojî
[biguhêre]Herwiha himbêz, hembêz, hevreha soranî amêz, belûçî همباز/امباز (hembaz/embaz: himêz, himbêz), her sê ji *hem- (hev) û baz- (bazik, bazû, bask). Bo ketina B ji pey M, bidin ber bo nimûne şemî/şembî yan simêl/simbêl. Bo guherîna A bi Ê, bidin ber bo nimûne ''kitêb yan hêcet. Bo peyvsaziyê heriwha bidin ber îngilîzî embrace (himêz kirin) ji fransî embrasser ji latînî *imbracchiāre ji im-/in- (li gel, pê re, tê de) + bracchium (baz, bazû, bask, mil).