kerixîn
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]| kerixîn (negerguhêz) | ||
|---|---|---|
| Rehê dema niha: -kerix- | ||
| RP. Niha | ||
| ez | dikerixim | |
| tu | dikerixî | |
| ew | dikerixe | |
| em, hûn, ew | dikerixin | |
| Fermanî | Yekjimar | bikerixe |
| Pirjimar | bikerixin | |
| Rehê dema borî: -kerixî- | ||
| RP. Boriya sade | ||
| ez | kerixîm | |
| tu | kerixî | |
| ew | kerixî | |
| em, hûn, ew | kerixîn | |
| Formên din: | ||
kerixîn negerguhêz (lêkera xwerû), r-ya req
- bêzar bûn, aciz bûn, westîn, mandî bûn, betilîn, qerimîn, şeqî bûn, tehibîn, mehû bûn, hatin kerixandin
- Ez bi vî karî ve kerixîm.
- Piştî vê hezkirinê çawa çav berdabû jineke xerîb, por zer? Belkî xwe qet nas nekiribû, divê ji jina xwe kerixîbe. — (2016, Çapa Duyem, Mihemed Şarman, Pirça Winda, Weşanên Avesta, r. 33, ISBN 978-605-5585-41-9)
- Û li dehî spêdeyê, li jêr esmanê beropizdanên xwe nizmkirî û qirêj, di nav şirikbaranê de duçes Oliviane hat serdena wî; û ji ber ku Baldassare bi nexweşiyê kerixîbû, xwe radestî nirxên berztir kiribû... — (29.07.2015, Marcel Proust (Wergerandin: Husein Muhammed), Mirina Baldassare Silvande, cîgirê kontê Silvanyayê [arşîv], zimannas.wordpress.com)
- Dîsa şeş tiştên ku Reb jê nefretê dike û heft tiştên ku jê dikerixe wiha hatine birêzkirin di Tewratê de... — (24.03.2018, Mahabad Felat, OL Û EXLAQ -2- [arşîv], amidakurd.org)
- Xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez
Bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez
Wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez — (Melayê Cizîrî, Dîwan, ~1640)
Herwiha
[biguhêre]Bi alfabeyên din
[biguhêre]Têkildar
[biguhêre]Jê
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Ji zimanekî samî, bo nimûne ji aramî ܟܪܝܗܐ (kirîhê, “nesax, nexweş, xeste”).
Werger
[biguhêre]- Almanî: ekeln → de
- Farisî: بیمار شدن → fa, خسته شدن → fa, نا نداشتن → fa
- Îngilîzî: tire → en, disgust → en, disrelish → en, detest → en, abominate → en, despise → en
- Tirkî: bıkmak → tr, iğrenmek → tr, ikrah etmek → tr, istikrah etmek → tr, kanıksamak → tr, tacizlik getirmek → tr, tiksinmek → tr, yılmak → tr
Navdêr
[biguhêre]| Tewandina kerixîn | ||
|---|---|---|
| Zayenda mê ya binavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | kerixîn | kerixîn |
| Îzafe | kerixîna | kerixînên |
| Çemandî | kerixînê | kerixînan |
| Nîşandera çemandî | wê kerixînê | wan kerixînan |
| Bangkirin | kerixînê | kerixînino |
| Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
| Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
| Navkî | kerixînek | kerixînin |
| Îzafe | kerixîneke | kerixînine |
| Çemandî | kerixînekê | kerixîninan |
kerixîn m
- bêzarbûn, acizbûn, westîn
- Nimûneyekê lê zêde bike [ biguhêre ]
Werger
[biguhêre]Kategorî:
- Kurmancî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurmancî
- Lema bi kurmancî
- Lêker bi kurmancî
- Lêkerên xwerû bi kurmancî
- Lêkerên xwerû yên negerguhêz bi kurmancî
- Lêkerên kurmancî bi paşgira -în
- Lêkerên negerguhêz bi kurmancî
- Bilêvkirinên kurmancî bi r-ya req
- Jêgirtin bi kurmancî
- Ji wêjeya klasîk (kurmancî)
- Peyvên kurmancî ji aramî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Kontrola wergerê