Pêvek:Têgehên Koçeriyê

Ji Wîkîferhengê
  • Konê Reş: Koçeran bizin dibirrîn û di pişt re jinên koçeran ew mû şeh dikirin bi teşiyan diristin û dikirin gulok. Ew gulokana jî bi awayekî xweşik dihatine badan di pişt re sing dihatin kutan li dora wan singan mûyên ku hatibûn badan lê digerandin. Jinan tevna xwe girêdidan û ew mûyên ku hatibûn badan di tevnê re derbasdikirin û bi alîkariya kerkîtan tejên xwe çêdikirin. Ew tejana pahnbûna wan bi qasî metroyekê bû û dirêjbûna wan jî li gorî dirêjbûna konan dihatine guhertin. Duvre ew tejana bi qasî bîst, bîst û pênc heban bi hevidû ve dihatin dirûtin û dikirine kon. Mezinbûna konan li gorî stûnan dihatine guhertin.Konên havîngeha stûnên wan kêm bûn û yên zivistanan jî stûnên wan zêdetirbûn.
  • Kerkît: Şehê hûnandina tejan e. Ji bo ku tej xweşik bêne hûnandin tê bikaranîn.
  • Tevn:Dezgehê hûnandinêye. Koçeran, konên reş jî, du nav lê dikirin bi navê konê kurdmancî û konê erebî.
  • Konên kurdmancî: Konên kurdmancî di şiklê qubeyê de bûn.Ji ber ku zivistanan bêhtir germ bûn ji aliyê koçeran ve bêhtir dihatine tercîh kirin.
  • Konên erebî: Konên erebî li gorî yên kurdmancî dûztir bûn.Ji ber ku konên erebî li gorî yên kurdmancî dora wan bêhtir vekirîbûn zivistanan sartir bûn.
  • Pargon: Dema ku baran dibariya ji bo ku ew ava baranê ya ku ji ser kon diherikî dihate xwarê neyê bin kon,li dora kon weke cihokekê çêdikirin ji wê re digotin pargon.
  • Rewak: Rewak tejên ku kevin dibûn zivistanan dema ku pirr sar bûn bi wan rewakan(tejan)dora kon digirtin.
  • Lewleb(Lolib): Ew darê ku eyarê meşkê lê tê girêdan.
  • Kêrî: Kêrî di nava her du lewleba de ye.Girêdana wan,şerîtekê li jor diavêjin sêpiyekê û ew şerît jî bi kêriyê ve tê girêdan
  • Meşk: Amûrê ku em dew pê dikilên û dikin rûnê nivîşk. Ji bo çêkirina meşkan eyarê bizin,kahr û berxan dihate bikaranîn. Di serî de eyar bi awayekî xweşik dihate rûçikandin. Di pişt re bi xwê dihate firkandin û du sê rojan di nava xwê de dima. Duvre jî çend rojan di nava pelûla arvan de dihiştin.Eyar xweşik dişûştin,dinepixandin û di pê re bi gwîzan dihate kurkirin. Koka xernûbê ji bin erdê dihate derxistin û bi qalikê hinar û berrûyan re dihate kelandin.Ew eyar bi qasî hefteyeke an deh rojan di nav wê ava xurnûb,qeşûf û ceftê de dima.Piştî derxistina eyar ya ji wê avê ceft bi destaran dihate hêrandin li eyaran dihate reşandin.Ew eyar ziwa dikirin û weke bastêqê dipêçan.
  • Qeşûf: Ji qalikê hinaran re qeşûf tê gotin.
  • Ceft: Ji qalikên berrûyan re jî ceft tê gotin. Ew eyar xweşik dihate şûştin av têde dihate têwerdan û ji bo meşkan amade dikirin.
  • Çêkirina rûnê nivîşk: Mast berra meşkê didin û dest bi kilandinê(Keyandinê)dikin.Her nîv saetê carekê mirov devê meşkê vedike û lê dinêre û bi qasî du tas av berra ser dide û careke din dest bi kilandinê dikin;heta ku dibe rûn.Duvre devê meşkê vedikin,berra parzûnan didin dew diçe xwarê û rûnê nivîşk di parzûnan de dimîne.
  • Kun: Bi pirranî eyarên bizin û nêriyan dihate tercihkirin.Ji ber ku eyarê bizin û nêriyan qewîn bûn.
  • Çêkirina kunan: Di serî de bi awayekî xweşik dihate traşkirin û duvre hindurê eyaran tije ceft dikirin, ariya sergînan lê dianîn hev û qederê pazdeh rojan di nav wê ariyê de dima.Di pişt re ji nav wê xweliyê derdixistin bi awayekî xweşik dişûştin û êdî ew kun ji bo bi kar anînê amade bû. Kun zêdetir ji bo ava paleyan dihate bikaranîn.Ji ber ku av di wan kunan de zû germ nedibû. Ji bo dewkilandinê hewcedarî ji ber ku bi ava cemidî hebû ji bo wê jî ava kunan bi kar dianîn. Ji ber ku wê demê sarinc tunebûn zeytûnên xwe jî dixistin wan kunnan.
  • Eyarşîr: Eyarşîr jî weke meşkan çêdibin.Heman eyar dihatin tercîhkirin.Lê li gorî meşkan eyarên wan biçûktir bûn.Eyarşîr bêrîvaniya dema ku pezê xwe didotin,satilên wan tije dibûn,kovikeke dixistin devê eyarşîr û şîrê xwe berra eyarşîr didan.Piştî ku dotina pez xelas dibû bêrîvaniya eyarşîrên xwe diavêtin pişta xwe û berê xwe didan konê reş ê kurdmancî. Ew şîr dihate parzinandin û berra sîtila didan.Şîr li ser tifikan bi awayekî xweşik dihate kelandin û berra mexmera didan heta ku sarmeyî dibû duvre heskek dew (heyvan/haveyn) berra nav wê mexmerê didan û dikirine mast.Bi şevê kevanî radibûn ew mast ji mexmeran derdixistin û dixistine firaxine dinê ji bo ku bicemide.Kevaniya ew mast jî dixistin meşkan dikilandin û dikirine rûnê nivîşk.
  • Hîz: Hîz jî ji eyarê pez çêdibûn.Ew pirça eyar xweşik dihate xeritandin û xwê pê werdikirin.Bi qasî sê çar rojan di nav wê xwêya de dima duvre pirr xweşik dişûştin.Bi gwîzan xweşik dihate kurkirin û di pê re dims berra wî eyarî didan bi qasî du sê rojan di nav dimsê de dima.Duvre jî dimsa xwe dikelandin û berra wî hîzî didan.Rûnê nivîşk xweşik dihate helandin û berra wî hîzî didan.Bi wî rûnî jî xwarina male pê dihate çêkirin.
  • Çît: Çît ji taleşîr û zilan çêdibû. Zil li devê çeman çêdibûn;taleşîr jî li newalan çêdibûn.Binê konên reş bi wan çîtan navbir didanê û her yek dikirine odeyek.Ew cihên ku navbir didanê aliyeke dikirin koza berxan,aliyeke pez berdidanê aliyeke jî,ji bo kevanî û zilamê wê dihate veqetandin.
  • Avdana pez: Karekî herî bi zahmet jî avdana pez bû.Av bi dewla dikişandin.Kereke li şerîta dewlê girêdidan û pê av ji bîran derdixistin.Ew av berra teşt û hewdan didan û pezên xwe bi wî rengî av didan.
  • Dankirina berx û kahran : Ji bo şîrmijandina berx û karan dankirin tê gotin.Berx û kahr heta ku biçûçik bin di nava rojê de du caran sibehê û êvaran ji bo ku şîr bimijin têne dankirin.Ew kahr û berxanan dema ku rojê du caran dihatine dankirin yek bi yek dihatine girtin û wan berra koza wan didan.Dema ku ew kahr û berxana mezin dibûn tenê rojê carekê esirî dihatine dankirin.Bi mezinbûna berx û kahran re veqetandina ji makan êdî hêsantir dibû.
  • Koz: Ew cihê ku berx û kahr dixistinê jê re koz digotin.
  • Şevderî(Şevîn): Mana şivanan ya ku bi şevê li ber pez diman şevderî an şevîn jê re digotin.Şivanan pezê xwe diçêrandin şîv dikirin.Duvre mexel dikirin.Ji nîvê şevê û pê ve pezê xwe radikirin,diçêrandin şevîn dikirin û dîsa mexel dikirin.Ji bo ku pezên wan neherike,neteriqe an jî,ji ber dizan şivên bi werîsekî pezeke bi xwe ve girêdida. Dema ku ew keriyê pêz diherikî ew peza ku şivên bi xwe ve girêdabû ew jî dixwaze berra du wan de di wê navberê de şivên bi xwe dihesiya.
  • Guher: Cihê ku her dem pêz lê mexel dikirin jê re guher digotin. Kevaniya malê ew bişkulên pêz ên ku li guherê kom dibûn,dimaltin, duvre li guherê ziwa dikirin di pişt re jî dixistin kîsan û ji bo ardû bi kar dianîn.
  • Banandin: Mih an bizina ku berx û kahrên wan dimirin ji bo ku zû ji şîr neyê birrîn ew makana stewr nebin,ji ber pezên din ên ku cot(cêwî)dianîn yek ji ber maka wan digirtin ew berx û kahrên ku dimirin wan digurandin û eyarên wan li van berx û kahrên din didirûtin.Bi vî rengî ew berx û kahrana li pêz dibanandin.Ew berx û kahrên ku make wan jî dimirin wan diavêtin bin pezên din bi wî şeklî li wan dibanandin
  • Kavir: Pezeke mêşinî ya ku di navbêna berx û mihê de ye.Em dikarin bibêjin peza yeksalî ya ku hîna nezayiye .
  • Gîsk: Ew peza ku di navbêna kahr û bizinê de jê re dibêjin gîsk.Gîsk kahra yeksale ya ku hîna nezayiye.
  • Berendîr: Miha ku wê berê xwe bizê jê re dibêjin berendîr.
  • Tiştîr: Bizina ku wê berê xwe bizê jê re tiştîr tê gotin.
  • Beran: Ji berxê nêr re dibêjin beran.
  • Nêrî: Ji kahrê nêr re dibêjin nêrî.
  • Firo: Pezên ku nû dizan ew şîrê wan yê ter firo jê re digotin.
  • Toraq: Dew li ser tifikê dikelandin ew tiştê ku bi ser diket jê re toraq digotin.Ew toraq dixistin kîsan heta ku ava wê dadiwerivî.Ew toraq dieciqandin dikirine topek.Datanîn cihekî heta ku ziwa dibû û hiltanîn.Ew toraqa ziwa jî, dibû çortan zivistanî hinek av li wî çortanî dikirin di firaxekê de dipişaftin dikirine dew û pê nên dixwarin.
  • Lorik: Lorik ji ava penêr çê dibe.Ew jî dişibe toraqê.Kevaniya bi lorikê şamborek(patîle) çêdikirin.Lorik li ber çayê dihate xwarin.
  • Penêr: Şîrên pez an yên sewalên ku têne dotin piştî parzinandinê heyvanê penîr diavêje û penîr hildiberîne.
  • Elênc: Di kelekela germa havînî de pez radikirin çêrê.Ji wê çêra pez ya nîvro re elênc digotin.
  • Beranberdan: Ji bo ku pez zû neyên beran an jî zû stewr nebin beranên tov bi qasî mehekê bi taybetî dihatine xwedîkirin.Duvre dema beranberdanê dihate û ew beran berra nav pêz didan.
  • Birrindina mih û berxan: Salê carekê dema ku bihar dihat ji bo ku barên wan sivik bibe û ji bo hilberîna hiriyê bi hevringê dihatine birrandin.
  • Hevring: Amûrê ku pez pê dihate birrandin

Çavkanî[biguhêre]