beranberdan

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî beranberdan beranberdan
Îzafe beranberdana beranberdanên
Çemandî beranberdanê beranberdanan
Nîşandera çemandî beranberdanê wan beranberdanan
Bangkirin beranberdanê beranberdanino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî beranberdanek beranberdanin
Îzafe beranberdaneke beranberdanine
Çemandî beranberdanekê beranberdaninan

beranberdan

  1. (Serhedî) Mihricaneke kurdên Serhedê ye ku bi gelemperî li dawiyê meha çiriya pêşin anjî di hefteya yekemîn ya meha çiriya paşin tê pîrozkirin.
    Roja ku beranan bera nav mîhan didin.[1]
    • Di nava Kurdan de şahiyên wekî kaxan, beranberdan û dîsa cur bi cur şahî her dem hebûn. — (DENÎZ ÎKE, Şano sînoran ji holê radike [arşîv], yeniozgurpolitika.net17.01.2020)
    • Wextê beranberdanê ye, ax li kume ez...
      Pez-berxê min xemilîne bi sor û gevez:
       — (Fêrîkê ÛsivBijare, Weşanên Êkîtiya Nivîserên Kurd, 2012, çapa 1em, r. 17)
    • Kalpaxên çavên min dihatine girtin, hişê min diçû beranberdanê, ku sibê bi ser xêrê dîsa beranberdan bû. — (Mihemed ŞarmanPirça WindaAvesta2016, çapa 2em, r. 76, ISBN 978-605-5585-41-9)
    • Û beranberdan û sedîpezêd wan jî disanî bi vî hesabîye. Wekî peyîz nivî dibitin li nik wan kadan çêdikin. — (Mele Mehmûdê BayezîdîAmadekar: Jan Dost Adat û Rusûmatnameê EkradiyeWeşanxaneya Nûbihar2010, r. 98, ISBN 9789944360678)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji beran +‎ berdan.

Werger[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]

  1. a b c KurmancîŞivanê Kurmanca ya Erebê Şemo - I -Mustefa Aydoganhj. 452009, r. 1