Gotûbêj:çêlek

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Standardî[biguhêre]

@Ferhengvan Bêyî ti niqaş û agahî guhartina rûpelan bi vî awayî gelek eyb e. Me gotûbêjek da destpêkirin. Ma qet rêz li me nagirî? Em jî dixwazin tiştinan biguhêrin lê dibêjin rê heye rêbaz heye. Em jî wekî te bikin her tiştê li gor dilê xwe biguhêrin? Balyozxane (gotûbêj) 21:18, 29 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Balyozxane: Biborin, min ew bi şaşî jê birin dema ku min naveroka herdu rûpelan kir eynî. Niha min vegerand. Bi silavên germ re! --Ferhengvan (gotûbêj) 21:31, 29 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Gelek spas! Lê belê heta niha me ti kesî re destûr neda ku naverokê yek bikin. Me jî titşek wisa nekir. Ji kerema xwe re rûpelan bi vî awayî neguhêre. Silav û rêz! Balyozxane (gotûbêj) 10:12, 30 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba! Niha ez fehm nakim çima nabe ku naveroka rûpelekê li ya rûpeleke din jî were zêdekirin. Min bi xwe herdu rûpelên çêl û çêlek afirandibûn. Berê min peyva çêlek wek guhertoyeke peyva çêl dabû diyarkirin lê dû re - li gor ku te jî diyar kiribû - fehm kir ku di vê merheleyê de mirov nikare bibêje yek bi zelalî standard e û ya din jî tenê guhertoyeke wê ya devokî ye. Loma min hinek ji agahiyên berfireh yên rûpela çêl li rûpela çêlek jî zêde kirin ji ber ku rûpela çêlek gelekî sêwî bû. Eger êb yan şaşî be, kerem bikin bibêjin, daku versiyona berê vegerînim. Ferhengvan (gotûbêj) 10:24, 30 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ev agahî ji Daxwazên standardkirinê hatiye arşîvkirin (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


çêl--Balyozxane (gotûbêj) 19:27, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Gotûbêja çêlek[biguhêre]

Şirove Bi ya min çêlek û çêl hevwate ne loma em nikarin wan wek guhertoyên yekî din nîşan bidin. --Balyozxane (gotûbêj) 19:27, 10 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Çêlek rasttir dibînim. -- Guherto (gotûbêj) 09:06, 13 îlon 2020 (UTC)[bersiv bide]

Şirove Li gorî Ferhanga Rastnivîsînê "çêl" bi vî awayî nayê bikaranîn, yan tê de xeletî heye yan jî li wîkîferhengê heye. @Ferhengvan: bi rastî "çêl" bi maneya çêlek tê bikaranîn? --Balyozxane (gotûbêj) 18:14, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Merheba! Belê, li hemû Behdînan "cow" ya inglîzî yan "inek" ya tirkî "çêl" e. "çêlek = a cow, bir inek". Tu ji çi kesê ji Behdînan bipirsî, dê ji te re pesend bike ku wiha ye. Ferhengvan (gotûbêj) 18:18, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Ne tenê li Behdînan, herwiha li Hekariyan û di nav kurmancên Rojhilata Kurdistanê de jî peyva xwerû "çêl" e, ne "çêlek". e
Hin nimûneyên peyva "çêl" di nivîsan de jî:
- "Du çêlên min hebûn yek sor, a dî jî reş, min ji çêla reş pir hez dikir, navê wê Beşê bû û bi rastî aqil û zana, lê çêla min a sor nezan û bê aqil herama reş be eger zanîba insaniyet çi ye?" [[1]]
- "Xwediya Çêlê Naîfe Bilîcan got: “Ez bixwe nexweşa şekirê me. Çêla min mirar bû, herkes çû hawara çêlê min jî li nava serê xwe da û kire girî, lê ez ne ji bo malê dinyayê digirîm, ez ji bo êşa çêla xwe girîm çêla min gellek êşa bû, ji ber ku çêla min ji çiyayekî de ketibû xwarê, min jî bang kir min got bila parêzgarî, qeymeqamî û saziya alikariyên civakî ya Geverê dengê min bibîhîsin û alikariyekê bidin neviyên min ji ber nevîyên min bê mast û dew mane. Ez spasiya hemû kesan dikim.”" [[2]] Ferhengvan (gotûbêj) 18:25, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Ferheng dibêje ew "çêle" ye ne "çêl". Ger îtîraza te tinebe, ez ê forma "çêlek" wek standard nîşan bidim û "çêl" û "çêle" bikime guharto. Dibe? Balyozxane (gotûbêj) 18:32, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Dibe ku li hin deran "çêle" be, wek çawa ku "pir" (bridge, köprü) jî li hin deran wek "pire" tê gotin. Lê ez wek navê xwe dizanim ku li cem me "çêl" û li gelek cihên din jî ew "çêl" e. Ti itiraza min nîne ku em forma "çêlek" wek standard bidin. Haya min jê heye ku ew li cografyayeke berfirehtir tê xebitandin. Ferhengvan (gotûbêj) 18:37, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Baş e. Gelek spas!--Balyozxane (gotûbêj) 18:40, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Çêlek li gorî Wîkîferheng:Rêzikên standardkirinê hatiye standardkirin. Ji kerema xwe piştî hefteyekê awayên din wek guhartoya çêlek biguherînin.
--Balyozxane (gotûbêj) 18:40, 31 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]