Eros

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Serenav[biguhêre]

Li gor mîtolojiyê Eros tîrê xwe biavêje kê, ew kes dibe evîndar.

Eros nêr

  1. (mîtolojiya yûnanî) Xwedayê evînê di mîtolojiya yûnanî de.
    • Heta wî çaxî, Eros mezin bû, xurt û dewlemend bû, têra hemû tişt û kesan evîn li ba wî çê bû. Erosê merd jî, ji wê dewlemendiya xwe da hemû jîndaran. Wek his û hêzeke xurt a nexuyayî, kir hemû dil û laşan, kir sedem û derfeta hebûn û xweşiya jiyana wan. Tu kes, tu tişt ji evînê bêpar neman. Û Gaîa jî ji bîrê nekir, ew bi taybetî bi bîr anî û evîn da wê, wî gelek da wê. Wilo gelek da wê ku ew bêhedan kir. Kir ku ew nema bikaribe tenê, bê mêr û bê yekî nêr bijî. Lê gava Gaîa çavên xwe gerandin, tu kes ji bo xwe nedît. Wî çaxî Gaîa rabû Uranos ji xwe re çêkir. Uranos çû û di ser wê re wek ezmanê şîn rawestiya û çirisî. Gaîa mê bû, mê ye û Uranos nêr bû, ew nêr e. Gaîa dest pê kir û bi dilbijînî her li wî nerî û ji bo wî bêhedan bû. Wî jî ew zû dît û ji wê hez kir. Bi evîndarî baran bi ser wê de barand û lawê wan ê pêşî Okeonos çê bû. Okeanos jî, bû bavê çem û kaniyan. — (Niviskar.se, 5/2009)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji yûnaniya kevn Ἔρως (Érōs), xwedayê evînê di mîtolojiya yûnanî de, ji ἔρως (érōs, evîn, hezkirin).

[biguhêre]

Werger[biguhêre]