seredorî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

  • IPA(kilîd): /sɛɾɛdoːˈɾiː/
  • Jihevqetandin: ser·e·dor·î

Hoker[biguhêre]

seredorî

  1. Li gorî dor û rêzê bi awayekî ku li herkes tiştekî re têkilî dayne ku di rêzê de ye.
    • Fesoyê diz î xurifî ku gundî jiber deste wî çûne emanê, bi seredorî bela xwe li herkesî da. — (Ji devê gundiyekî Qopiza Jêrîn, Zêtka, 2013)
    • Ji nû ve sererastkirinên axên berfireh yên piştî Şerê Cihanê yê Duyem bû sebeba livînên mezin ên demografîk – bo nimûne, Mislimanên Hîndî yên ku piştî dabeşkirina 1947an çûn Pakîstanê, an jî di dema avakirina Îsraîlê de ji bo ku Cihûyên Ewropa û Asyayê re cih vebe Filistînî hatin belav kirin – van guherînan bi seredorî rê li ber formên polîtîk yên melez vekirin. — (Sirgûn û Entelektuel / Edward Said, werger: Ömer Delikaya, Wêje û Rexne 2, r.154)
    • Kebanî diçe ji wan re rûn, savar û hêk tîne dide wan, piştre hema zû bi zû satilek av di ser wan de dirijîne. Keçik jî bi ken û bi lez ji wir direvin û diçin maleke din. Malên gund tev seredorî dikin. Dûvre savarê bi navê maşkule dipêjin. Piştî savar dixwin, radibin dikevin milê hev, bi hev re dibêjin û govendê digerînin. — (Abdurahman Sever, Salnameya Gel [arşîv], xwebun.org24.02.2020)

Hevmane[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

ser + e + dor + î

Werger[biguhêre]