Here naverokê

pispor

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina pispor   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî pispor pispor pispor
Îzafe pispora pisporê pisporên
Çemandî pisporê pisporî pisporan
Nîşandera çemandî pisporê pisporî wan pisporan
Bangkirin pisporê pisporo pisporino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî pisporek pisporek pisporin
Îzafe pisporeke pisporekî pisporine
Çemandî pisporekê pisporekî pisporinan

pispor m yan n li gorî maneyê

  1. Kesa/ê li ser tiştekê/î pirr dizane.
    Hevmane: şareza, zana, xebîr, alim, ekspert, xumar
    • Dîroka kurdnasîya ûrisî ji destpêbûna nîveka duda ya sedsaliya XIX hate nişankirin bi çapkirina nivisarê Pyotr Lêrxva, pisporekî nav û deng dereca zanebûnê zimanê rohilatê. — (1978Ordîxanê CelîlKurdskiĭ folʹklor[1])
    • Saxlûx dan û gotin ko di perê dinyayê de pisporekî mezin heye. — (Jîna nûRonahî [arşîv], 1942)
  2. fehma, têgihiştî
  3. Zarokê/a ku dest pê kiriye ji tiştan fehm dike.
  4. Şarezayaxwedîkirina pezan.

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevreh bi soranî پسپۆڕ (pisporr). Ji Îraniya Kevn *wisya-puθra (wisye-puθre), ji *wisya ("gund") + *puθra ("kurr, law") (>pis-, gerçi ji Farisiya Kevn). Boyî ramanê bide ber şehreza, beled. Heye ku mehna ewilîn ramana 4an bûbe, yehnî pisporê pezan.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya expert a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.