Here naverokê

pelixandin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
pelixandin (gerguhêz)  
Rehê dema niha: -pelixîn-
RP.
Niha
ez dipelixînim
tu dipelixînî
ew dipelixîne
em, hûn, ew dipelixînin
Fermanî Yekjimar bipelixîne
Pirjimar bipelixînin
Rehê dema borî: -pelixand-
RP.
Boriya
sade
min pelixand
te pelixand
wê/wî pelixand
me, we, wan pelixand
Formên din: Tewandin:pelixandin

pelixandin gerguhêz (lêkera xwerû), p-ya req

  1. Perçiqandin, herişandin, meriçandin, zirviçandin, hilweşandin, têk birin, ruxandin, şkandin.
    Eger hûn ne rînin xwar, dê hewe pelixînin.
    • Wekî kesa ku li orta rê bisekine û bihêle ku kamyonek were û wê bipelixîne, wekî ku xwe bikuje, deng dernedixist bo tiştên ku li derdora wê diqewimîn. — (Mîran JanbarQolyeya CécileêWeşanxaneya Lîs2012, çapa 1ê, r. 75, ISBN 9786054497010)
  2. Eciqandin, esirandin, merçiqandin, çewisandin.
    Tu dikarî evî cerkî bipelixînî.
    • Gelê Kurd ji bo azadiya xwe ya netewî, gellek ji zû ve, têkoşîna xwe dike, di golên xwînê de tê gevizandin û qirkirin, Bajar û gundên Kurdan tên wêrankirin, cî û warên wan tên sotandin û xêr û bêrên Kurdistanê tên talankirin. Ji serdema Ebbasiyan ve ta roja îro, serwer û rêberên Kurdan seriyên xwe li hember zordariyê, nemirovatiyê û bêdadiyê rakirine û bi darê zorê hatine pelixandin. — (Cankurd: Destpêk, Mnyekta.com, 7/2007)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Têkildar

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Hevrehî zazakî pelexaene, soranî پڵیخان (pllîxan), فلیقان (flîqan) û guhertoyên vî, ji binyata nevebir. Di zimanên kurdî da lêkerên wekhev ên bi mane nêzîk hene ku tevî guherrînên payî yên dengî ne (wek r - l, ş - q - x), bide ber pelişîn, perçiqîn, پلیشان (plîşan), پڵۆسان (pllosan) û hwd, lewma ev dibe hevreha wan bibe. Wekî din dibe ku ji zimanên samî, bide ber erebî فلق (derizîn, qelişîn).

Werger

[biguhêre]
[biguhêre]
Tewandina pelixandin  
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pelixandin pelixandin
Îzafe pelixandina pelixandinên
Çemandî pelixandinê pelixandinan
Nîşandera çemandî pelixandinê wan pelixandinan
Bangkirin pelixandinê pelixandinino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî pelixandinek pelixandinin
Îzafe pelixandineke pelixandinine
Çemandî pelixandinekê pelixandininan

pelixandin m

  1. Maneya vê peyvê hê nehatiye nivîsîn. Heke hûn maneya wê bizanin, kerem bikin binivîsin.

Werger

[biguhêre]