nişkivîn
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]nişkivîn lêkera xwerû
Ji wêjeyê
[biguhêre]"Îro min fikir kir ku ez ji peyiva "nişk"-ê ya ku di "ji nişkê/a ve" de heye lêkera gerneguhêz "nişkivîn" û ya gerguhêz "nişkaftin" yan "nişkivandin" çêbikim. Min googland û dît ku nivîskar Kovan Sindî "nişkivîn" wek navdêr di nivîseka xwe de bi kar anîye:
"Bingehê fîlosofiyê ji bû Arîstotalês(384-322BZ) jî mêtafîzîk e û ev jî nişkivîneke. Ji bû fîlosofê Alaman, Şopinhawer jî gumanî ye. Di van babetan de, matbûn heye û Platon dibêje matbûn (Ecêbî) bersiva bingehîn e. Ev babetên han, nişkivîn, gumanî û matbûnê hemiyê dixin di bizavekê de, bi hev ra dikevin livînê û divê mirov vêra biçe û li ser bifikire." Bikaranîn a van her du lêkeran:
- Ez nişkivîm gava min zanî ku xelata yekê ya min bû. (îngilîzî: surprise)
- Wan ez bi bexşîna xelata yekê nişkaftim/nişkivandim.
- Xelata yekê ji min re nişkivîn bû." — (Newzad Hirorî di Koma "Zimanê Kurdî" li ser Rûnameyê de, 5/2013)
Tewîn
[biguhêre]Lêker:
- -nişkiv-
Têkildar
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Neolojîzm ji ji nişkê ve.
Jê
[biguhêre]Werger
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | nişkivîn | nişkivîn |
Îzafe | nişkivîna | nişkivînên |
Çemandî | nişkivînê | nişkivînan |
Nîşandera çemandî | wê nişkivînê | wan nişkivînan |
Bangkirin | nişkivînê | nişkivînino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | nişkivînek | nişkivînin |
Îzafe | nişkivîneke | nişkivînine |
Çemandî | nişkivînekê | nişkivîninan |
nişkivîn mê
- surprîz, miface, dermizgînî, tişta/ê ku mirov nedipa ku dê biqewime lê qewimî, tişta/ê ne payî anku ne çaverêkirî, mizgîniya nepayî.
Nîşe
[biguhêre]Vê peyvê peyvek çêkirî ye ku li şûna bêjeyên wek "surprîz" û "miface" hatiye çêkirin. Ji xêncî navdêrek, dikare wek baneşanek/biwêjek jî dikare bê li kar, hema mîna aferîn(dest xweş, her hebî) û nifrîn(nalet bê).