ji nû ve kirin

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Lêker[biguhêre]

ji nû ve kirin (lêkera gerguhêz)
Rehê dema niha: ji nû ve -k-
RP.
Niha
ez ji nû ve dikim
tu ji nû ve dikî
ew ji nû ve dike
em, hûn, ew ji nû ve dikin
Fermanî Yekjimar ji nû ve bike
Pirjimar ji nû ve bikin
Rehê dema borî: ji nû ve -kir-
RP.
Boriya
sade
min ji nû ve kir
te ji nû ve kir
wê/wî ji nû ve kir
me, we, wan ji nû ve kir
Formên din: Tewandin:ji nû ve kirin

ji nû ve kirin lêkera hevedudanî, gerguhêz (forma navdêr jinûvekirin)

  1. careke din kirin, dubare kirin
    • Di berjorvekirina baskan de, baldarîya wê kêm bû. Ev ceribandin deh caran ji nû ve kir, leza wê bi ser bîst mîlî diket. — (Richard Bach (wergêr Osman Ozçelik), QAQLIBAZ, WEŞANÊN FIRAT, 1994, r. 14)
    • Piştî ku Erebistana Siûdiyê balyozxaneya xwe li Bexdayê ji nû ve kir, tê pêşbînîkirin ku rêveberiya Iraq û Siûdiyê li hemberî rêxistina DAIŞê hevkariyê bikin. — (Siûdî piştî 25 salan li Bexdayê ye [arşîv], rudaw.net01-01-2016)
    • Li navçeya Berwarî ya Sêrtê trajediya ku Kader Erten di wê 14 saliya xwe de jiyaye, destdirêjiya li hember zarokan û zewaca bi darê zorê ji nû ve kir rojevê. — (Di 13 Saliya Xwe de Ji Cîhana Zaroktiyê Hat Qutkirin û Firotin! [arşîv], ozgurhabergazetesi.com19.01.2014)

Etîmolojî[biguhêre]

ji + + ve + kirin

Werger[biguhêre]