Here naverokê

hespê avê

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Hespekî avê

hespê avê n

  1. (guhandar) Heywanek guhandar, nîv-avî, giyaxwer ji Afrîka ye.
    Forma alternatîv: hespê avî
    Hevmane: hespê çemî, hîpopotam
    • 2004, Komxebat, Ansîklopediya Zarokan, Denmark: APEC, →ISBN, rûpel 80:
      Hespên avê ajelên kovîne, mezin û nelihev in. Du cinsên wan hene. Hespên avê normal dikarin 4 metreyan bilind û bi qasî 300 kîloyan jî giran bin. Giraniya hinek cinsên wan nêzîkî 200 kîloyan e. Ew li ber çem û golên Afrîkayê dijîn. Hespên avê baş avjeniyê dikin û piraniya jiyana xwe di nav avê de dibuhurînin.

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina hespê avê
Zayenda nêr
Rewş Yekjimar Pirjimar
Binavkirî hespê avê hespên avê
Nebinavkirî hespekî avê hespine avê
Agahdarî: Di peyvên hevedudanî yên bi îzafê de tenê peyva
yekem li gor diyarîtiyê û li gor hejmarê diguhere.

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji hesp +‎ av. Wergerandina yekser ji fransî hippopotame an ji îngilîzî hippopotamus, ji yûnaniya kevn ἱπποπόταμος (hippopótamos), ji ἵππος (híppos, hesp) + ποταμός (potamós, çem). Bide ber farisî اسب آبی (asb-e âbi, hespê avê) û erebî فَرَس النَّهَر (faras an-nahar, hespê çemê).

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya hippopotamus a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Çavkanî

[biguhêre]
  • Ferhenga Îzolî: hespî nîl, hespî avî
  • Ferhenga Musa Altun: hespî avî, hîpopotam
  • Ansiklopediya Zarokan: hespê avê
  • Ferhenga Farqînî: hespê avî