helîse

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî helîse helîse
Îzafe helîseya
helîsa
helîseyên
helîsên
Çemandî helîse
helîsê
helîseyan
helîsan
Nîşandera çemandî helîse
helîsê
wan helîseyan
wan helîsan
Bangkirin helîse
helîsê
helîseyino
helîsino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî helîseyek
helîsek
helîseyin
helîsin
Îzafe helîseyeke
helîseke
helîseyine
helîsine
Çemandî helîseyekê
helîse
helîseyinan
helîsinan

helîse

  1. (xwarin) Xurekeke ku dan û goştva tê çêkirin. Çêkirina wê pêşiyê sîtilek tijî av; danê kutayî, xwê û hêteke pez an jî goştê bi hestî davêjin hindirê sîtilê, ev bi saetan tê kelandin û tevdan, heta ku goşt û dan dihele. Keşkek û helîse heman tişt e lê helîse zêdetir tê kelandin û tevdan heta ku xurek wek ku bihele.Xurek piştî ku amade bû tê hildan hindirê tebaşqeyekê û rûnê mala tê li ser kirin û xwarin.
  2. tiştê ku hatiye guherandin û wergeriyaye hêvîrê wî tiştî

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Li gundên Korkuta navçeya Mûşê her sal di Eyda Qurbanê da "helîse" tê çêkirin û didin mêvanên ji bona pîrozkirina eydê tên.

    Li gundên beldeya Altinovayê ji berê da "helîse" tê çêkirin. Helîse bi genim û goştê bêhestî tê çêkirin û rûnê mala li serê dikin.

    Cevdet Yonerê mele diyar kir ji berê da li gundan ji bona eydê helîse tê çêkirin û wiha got: "Piştî nimêja eydê helîse didin mêvanan. Helîseya di tendûrê de tê pehtin ji dîzkan derdixin û dikin firaqan. Peyra rûnê mala yê sorkirî li serê dikin. Helîse taybetî ji bona eydê tê çêkirin. Ji bav û kalên berê da ev xwarin tê çêkirin." — (Trtnuce.com 8/2018)

Herwiha[biguhêre]

Hevmane[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

Werger[biguhêre]