gosirmet

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gosirmet gosirmet
Îzafe gosirmeta gosirmetên
Çemandî gosirmetê gosirmetan
Nîşandera çemandî gosirmetê wan gosirmetan
Bangkirin gosirmetê gosirmetino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gosirmetek gosirmetin
Îzafe gosirmeteke gosirmetine
Çemandî gosirmetekê gosirmetinan

gosirmet

  1. bela, bobelat, karesat
  2. sosret, ecêbî
  3. (mecazî) hetkehî, şermezarî, rûreşî

Ji wêjeyê[biguhêre]

  • Na lawo, weleh na, haaa! Ma ez ê çawa lê bixim? Ma ez dikarim gûyekî weha belav bikim? Ew ê derhal cabê bide polîsan. Ma hedê min e ko ez sîleyekê lê bixim… Em dibêjin Xwedo Yarebî bila ew li me nexe, îcar bê tu jî dibêjî çi, haaa! Ma ez ji ko dizanim, wê agir xistibû dawa xwe, bira! Tu tiştek ji tiştekî nedît, îcar ji min re digot ko tu çima di hundir de cixareyê vedixwî? De hela ji xwe re li gosirmetan binêre, lo! Kes dizane ko mirov tiştên weha ji hevdu re bibêje? Na lawo, na ha! Wê got çi, min wek wê kir. Ji xwe şaşiya min jî di wir de ye. Heta, ew bi hin jinên din re çû di Kuba û Vîyetnamê re derketin. Ji ber ko ez ji çendeyekî carekê bi hin hevalan re şevder dimam, wê ew jî kir mesele û wê jî çend jinbîh pêde kirin û ji heftê carekê dihere li liqunte miqunteyan digere. Ma wê çi got û wek wê nebû, bira? — (Enwer Karahan: Çargurçik, nefel.com, 5/2007)

Herwiha[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

  Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.

[biguhêre]

Werger[biguhêre]