gaxan

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gaxan  gaxan 
Îzafe gaxana  gaxanên 
Çemandî gaxanê  gaxanan 
Nîşandera çemandî   gaxanê  wan  gaxanan 
Bangkirin gaxanê  gaxanino 
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî gaxanek  gaxanin 
Îzafe gaxaneke  gaxanine 
Çemandî gaxanekê  gaxaninan 

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. Sersala elewiyên Dêrsimê, her sal roja 13ê rêbendanê.
  2. noel, krismas,
    cejna welidîna Îsa Mesîh,
    her sal roja 25.12
  3. berfanbar, kanûn, meha 12

Herwiha[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Ji ermenî (ermeniya rojava). Belkî ji peyva latînî "kaland/kalander" (salname).

Hilsengandin[biguherîne]

Durxaneya Cellikanî: peyva `gaxan`ê ji peyva `gaxend`ê tê ku rastnivîsa wê jî `gaxend` e ne gaxan e. Gaxend cejeneke pir kevn e û ji berî Îsa û Mûsa her wisa ji ber Niho û Camer ango Adem jî ev cejn hebû. Weke helbestvanê nemir Ahmet Arîf gotiye; Hîvoka Birişt landik dişandin ji Adem re, ji Niho re. Peyva kurdî ji `Gaxenq`ê piraştiye ku bi wateya gaxeniqandinê ye ku zehf berf dibare û gayan dixeniqîne, ango merc zor dijwar in. Lêkera `xeniqandinê` carinan di kurmancî de wek `qendiqandin` jî tê siviyandinê ku ew jî berbelav tê zanîn.Aha ev e ku peyva `gaxend`ê ji derhatiye. Ev zûla demê nîşana hefteya dawîn a meha kanûnê ku ji 24 mehê de heta dawiya mehê didome dike ku dema herî sar a zivistanê ye. Helbet ev cejn cejeneke nûberdî ango neolîtîkî ye.Di wê demê de gelekî berf dibare, serma û zeqem zehf e. Di destpêka wî zemanî de gel gelek ditirsin û ku wê karesatek were serê wan û piştî ku we dem bihûrî wê pîrozbahiyan li dar dixin. navê wê demê hê di kurdî de heye ku vê re dibêjin `Pêndixe`. Derbarê pêndixeyê de pîrependek jî heye ku dibêje `pêndixe derbaz nabe bêtilxe`. di vir de tilxe jî kurtûnên berfê ne.Lewma ev xuyanga heyamî, seqayî weke cejnên mesihtiyê di nava civakan da cih girtine û di dema Hz. Mesîh ango Yehoyê Misto diwelide gel bi nîgeranî û bi şayiş dipê û gava pêndixe rabirt bi hênceta serê salê şahiyan li dar dixin. Di heynên neolîtîkê de ango nûberdê de hê serê salê ne yekê çileyê bû.

[biguherîne]

Werger[biguherîne]