Gotûbêj:xwenewîst

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Jêbirin[biguhêre]

@Ghybu, Bikarhêner, Pispor, Şêr, û Biyolojiyabikurdi: Ev peyv li ser înternetê tenê ji aliyê bikarhênerê me ve hatiye bikaranîn. Dibe ji soranî wergirtî be lê dîsa jî bikaranîna peyvê ne bi eşkereyî berbelav e. Çavkaniyeke din tunne ye. Divê were jêbirin. Heke kes tiştek nebêje, ez ê jê bibim piştî çend rojan. --Balyozxane (gotûbêj) 21:52, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]

@Ghybu, Bikarhêner, Pispor, Şêr, û Balyozxane:
Gelo kurmanc ji kenge de babetên biyolojiyê û zanistiyê fêrê zarokên xwe kirine ko peyvên biyolojiyê li nav gel de belavî be? Heta niha mixabîn tu pisporê biyolojiyê bi kurmancî pirtûkek nenivisiye. Li Başûr bi dehan salan e zorok bi kurdî ferê biyolojî û babetên zanistê dibin. Hem li dibistan hem jî li zankoyên Kurdîstana başur de zimanek zanistiyê çê bûye. Pirtûk, kovar û bernameyên zanistê bi vî zimanê tên weşandin û pêşkeşkirin. Ez ji peyvên çêkirî qet hez nakim, loma ez nivîsên xwe ne li gor peyvên çêkirî lê li gor peyvên zindî dinivîsim. Gellek zaravayên zimanê me heye lê dawiya dawî navê wî zimanê kurdî ye. Heke peyvek li nav gel de nebelavî be em dikarin ji zaravayên din peyva belavî werbigirin. Mixabîn pisporên me yên derbarê zanistê de kêm in, loma nivîskarên ferhengan yên nepisporê zanistê ne jî ji neçariyê bi tena serê xwe, di ferhengên xwe de cih didin peyvên zanistê. Hin caran dibe ko di wateya peyvên di nav hin ferhengan de çewtî hebe. Wekî mînak heke hûn li ferhengên kurmancî de wateya peyva “demar” bigerên, hûnê bibînin ko di heman ferhengêde hem ji boy “vein(toplardamar), artery(atardamar), blood vessel(kan damari) “ hem ji ji boy “nerve(sinir)” peyva demar hatiyê bikaranîn. Ango li gor nivîskarên van ferhengan “nerve” û “blood vessel” heman tişt e. Lê bi eslê xwe tu peywendî di navbera wan da nîn e. Îcar divê em çi bikin? Ev çewtî bila bidome an em ji boy her yekê, peyvên guncav ên bi kurdî bikar bînin? Min rêbaza duyem bi kar anî û ji boy peyva “blood vessel” peyva lûleya xwînê, ji boy peyva “nerve”, peyva demarê bi kar anî. Min van peyvan ne li gor raman û kêfa xwe bi kar anî, lê min wan ji Başûr wergirt.
Bi kurtasî; ji peywên çêkirî re NA, lê ERÊ ji boy wergirtina peyvan ji hemû zaravayên kurdî.
Daxwazek min ji Bikarhêner:Balyozxane;
Birayê hêja; ji kerema xwe, piçek alîkariya min bike. Ezê çend roj şûn de nivîsa babeta koendama demarê biqedînim. Wê xebata min a nû li derbarê molekûla ATP yê be. Ji boy xêra de û bavê xwe li ser pêkhate,kar û erkê molekûla ATP yê de, bi zimanê kurmanciya belavî gotarek binivîse û li ser wîkîpediyakurdî zêde bike ko em jî ji kurmanciya belavî sûd bigirin.
Bimînin nav xêr û xweşiyê de.
Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 23:42, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Biyolojiyabikurdi: Wîkîferheng bi ti awayî cihê peyvên nû nîn e. Divê peyvên nû pêşî di nav pirtûk, kovar û malperan de berbelav be piştre were li vir tomarkirin.--Balyozxane (gotûbêj) 23:56, 9 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Balyozxane,
baweriya min ewe ko tu bi niyetek pak, ji boy kurdî dixebitî, loma ez ji boy xebatên te rêz digirim. Min li jor nivîsiye evan peyvan ne peyvên çêkirî ne. Vaye zêdetirê 35 sal e ez liser zanista biyolojiyê dixebitim. Min bi salan hedî bi hedî nivîsên kurdî berhev kir, loma ez van peyvan bikar tînim. Li Bakur derfet çê nebûye loma nehatine bikaraîn. Di hela zanistê de çavkaniyên niviskî yên kurmancî pir kêm in,ti ferhengên zanistê yên bi kurmancî jî nîn e. Heke em li gor ramana te bin divê kurmanc tu car bi zanistê re mijûl nebin. Ji kerama xwe heke tu nikarî ji boy peyven ko min derbarê zanistê de nivîsandiye çavkaniyek zanistî (pirtûk û kovarên zanko û dibistanên amadeyî)nîşan bidî, edî dest ji jêbirîna xebatên min bikşîne.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 00:39, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav hevalino. Hêja @Biyolojiyabikurdi: tu bi awayekî zêde şaş li meseleyê dinêrî. Her çi be jî heke çavkaniyeke kurmancî ya pêbawer tune be tu nikarî peyveke soranî ya berbelav jixweber "kurmancîfiye" bikî û tevlî wîkîferhengê bikî. Tu dibêjî ez ji peyvên çêkirî hez nakim lê ev jî %100 peyvçêkirin e. Te "xonewîst"a soranî girtiye kiriye "xwenewîst" lê bi vî awayî ev peyv nabe malê kurmancî. Ji bo em karibin vê wisa qebûl bikin şertê biçavkanîbûnê heye. Û ti kes îtiraz li wergirtina ji zaravayên dinê an deverên kurmancî yên dinê nake. Mesele ew e ku delîl ji bo bikaranîna berbelav ya di zaravaya kurmancî de tune ye. Bo mînak min jî di wîkîpediyayê de ji bo têgiha "acceleration"ê bi kurmancî standardîze bikim li çavkaniyên başûrî yên bi kurmancî (Badînî) nêrî. Min dît ku li wir "lezdan" bi kar tînin di pirtûkên fizîkê de. Min çavkaniya xwe jî danî di rûpela nivîsarê de. Lê min neçû peyva soranî ya bi heman wateyê "tawdan"ê bi xwe nekir "kurmancî" û wek peyveke mûteber bi kar neanî, lewre delîl ji bo bikaranîna wê ya berbelav ya di berhemên kurmancî de tune ye. Werhasil, ji başûr be ji kû be, heke delîl ji bo bikaranîna vê peyva "xwenewîst" di çavkaniyên kurmancî de tune be, ne guncan e ev di wîkîferhengê de were tomar kirin. Lê bixwazî helbet dikarî peyva "xonewîst" weke peyveke soranî tomar bikî. Bo mînak heke "xwenewîst" di pirtûkên biyolojiyê yên badînî de hebe, bîne wan wek çavkanî nîşan bide bila ev peyv jî neyê jêbirin. Bi awayên din ev ne li gor qaîdeyên Wîkîferhengê ye. Silav û Serkeftin. —Pispor (gotûbêj) 01:00, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Pispor:
Anko li gor gotina te, divê peyva "xwênhener" a Başûr, li Bakur ne wekî "xwînhêner" benê bikaranîn. An na ewê bibe peyvek çêkirî.Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 01:42, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Balyozxane, Ghybu, Biyolojiyabikurdi, û Pispor: Merheba hevalino. Hêja Pispor fikrên min aniye ziman, lê ez ê cardin bi awayê xwe, xwe îfade bikim. Rêzdar Biyolojiyabikurdi belê "Kurmancî ji aliyê ilmî ve qels e", ev gotin bi dîtina me jî rast e. "PEYVWERGIRTINA JI ZARAVAYÊN DIN ŞAŞ E", me gotineke wisa jî negotiye, helbet dibe ku mirov car caran ji zaravayên din hin peyvan werbigire. Wekî ku min li vir jî diyar kiriye, hebûna peyvên bêçavkanî divê bi ti awayî neyê qebûlkirin. Wîkîferheng divê bibe çavkaniyeke pêbawer û wisa bimîne.
Hin kes vê derê wek cihê xelaskirina peyvan yê ji windabûnê dibînin. Lê ev yek şaş e. Ji bo "xelaskirin"a peyvan mêtod ne ev e. Ji bo ku peyvek li Wîkîferhengê bê zêdekirin, divê peyveke belav, biçavkanî be (çavkaniyên pêbawer). Ji bo ku têgihekê bibe "belav" û "biçavkanî" bila alimên me, nivîskarên me kitêban binivîsînin, li ser kovarên ilmî û edebî gotaran biweşînin, kitêban wergerînin, li ser malperan binivîsînin. Lê bila rasterast cara pêşîn li vir neyên qeydkirin. Belê rewşa miletê me ne wekî miletên din e. Lê ev yek rê nade ku hin rêbaz nîn bin ji bo tevlîkirina peyvan li ferhengê, wekî din wê her tişt pir tevlîhev be û pêbaweriya vê ferhengê ji holê rabe.
Ji bo vê peyvê jî ger çavkaniyên bi kurmancî hebe, wê peyv jê neyê birin. Çavkaniya bi kurmancî dibe ku bi herfên aramî jî be, bi herfên latînî jî, sînoreke wisa tine ye, lê sînoreke ji bo biçavkanîbûnê heye. Peyvên bêçavkanî têne jêbirin. Ger ji bo vê peyvê çavkaniyên bi kurmancî tine be, ev peyv tenê wek soranî (bi herfên aramî an latînî, bi şiklê ku di soranî de tê bikaranîn) dikare were qeydkirin -helbet ger ji bo soranî çavkanî hebin-. Herwiha divê çavkaniyên ji bo têgihan ne ji eynî şexsê bin, nexwe kesek dikare gotareke xwe jî, an gotarên xwe yên cuda ên eleqedar li qadên cuda ên wek çend kovar, malper bi rehetî biweşîne û her yek ji wan wek çavkaniyeke nîşan bide, wisa jî nabe. -- Bikarhêner (gotûbêj) 02:01, 10 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Min gotar jê bir. Ez dibêm bila gotûbêj bimîne. --Balyozxane (gotûbêj) 07:06, 14 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]