Gotûbêja bikarhêner:Biyolojiyabikurdi

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê


Xatirxwestin[biguhêre]

@Guherto, Ghybu, û Şêr: @Ferhengvan, Pispor, Cyrus the virus, û CathFR: @Alainkhalil, Bibliophile, û DYARI M.SHAREEF: @Dilyaramude, Dûrzan, Fawaz rengzerî, û Ferhad Kurdi: @Gomada, Hakîmo, IbrahimKocher Duhok, û Joseph Hemê: @Kamuran Çapan, Mamoste Dilovan, Pîranê gundî, û Rewiye tine: @Serchia, SilemanPolat, Xelilof, û Zinar-1974: @Ş.Pêşeng, Şîyar LEVENT, MihemedCan, û Calq:

Silav ji hemû kedkar û dildarên kurdî re, li we hemûyan aşîkare ko hin bikaranêr û rêveberên wîkîferhengê ji boy zêdekirina peyvan li ser wîkîferhengê de, krîterên nû pêşniyarkirin û pêjîrandin. Bi eslê xwe krîter ne li gor rewşa kurdî hatîbûn amadekirin, hema wergera krîterên vikisozluk a tirkî hatibû pêşwazîkirin.[[1]] .Kurdîhezên hêja, ma zimanê me û yê tirkî xwediyê heman derfetê ne? Tirk bi sedan salane bi zimanê xwe perwerdeya zarokên xwe dikin. Loma hejmara çavkaniyên wan jî zêdeye. Lê dîsa jî, tirk ji boy peyvên zanistê hin îstîsnayan pejîrandine û gotine ko “ Bilimsel terimler ve edebiyat terimlerini cümle içerisinde kullanımına rastlanmayabilir. Bu tür terimlerde cümle içerisinde kullanma şartı aranmaz.” ango ji boy peyvên zanîst û wêjeyê ne şert e ko peyv di nav sê hevokan de hatibe bikaranîn. Lê mixabîn rêvebirên wîkîferhengê dema wergera kurdî de vê beşê paşguh kirine. Ango ji ber îstîstanyê aniha li ser ferhenga tirkan zêdekirina peyvek nû ya zanistê ji ya wîkîferhenga kurdî hesantir e. Tirk jî dizanin ko zimanê zanistê taybet e dibe ko bikarhêner bi têra xwe çavkanî bi dest nexin. Ez nizanim kesê/a ko kriterên ferhenga tirkî wergerandiye kurdî bi çi niyetê wê karê kiriye? Gelo çima îstisnaya ji boy peyvên zanistê piştguh kiriye? Gelo rastiya zimanê kurdî nizane? Tiştê ez dizanim bi krîterên nû yên ne li gor rewşa zimanê me, rê li ber min hatiye girtin û ez nikarim tu xebatek li ser wîkîferhengê zêde bikim. Mixabîn bav û kalên me li ser zanistê pirtûk nenivîsî ne loma di destê min de makaleyên zanistî yên bi kurdî nivîsî tune. Xebata min a dawî li ser peyva tîşko [[2]] bû, bi tevahî min 3 saet xerc kir ji boy amadekirina peyvê û kurdîkirina wêneyê. Min çavkanî jî lê zêde kir. Lê camêrek ji rêveberan ji min re nivîsiye û gotiye ku wî vê peyvê hîç nebihîstîye, jixwe ferhengên kurdî jî wekî çavkanî nayên pejirandin. Di vê rewşê de li ser wîkîferhengê de domandina xebatê ne mûmkûn e. Ez mirovek kal im (temendirêj im) nikarim dema xwe bîlesebeb xerc bikim. Ezê ji niha şûn ve xebatên xwe li ser ferhengên din ( wictionary, wikidata, glosbe, vikisozlûk hvd) zêde bikim. Heke temenê min têr bike û rêveberên wîkîferhengê krîterên nû yên guncav bipêjîrînin, ezê disa wegerim ser xebata wîkîferhengê. Bimînin nav xêr û xweşiyê de.--bikarhêner:Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 08:18, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav Biyolojiyabikurdi. Ma te tiştê ku ji bo kurdî û rêbaznameya me xweş pêşniyaz kiriye. Niha çima ji nîqaşê direvî, hema xatir dixwazî? Bi ya min jî "ji bo peyvên zanistî çavkaniyên ferhengan divê werin qebûlkirin" fikrekî baş e. Lê rêbaznameyê de ne wisa ye, Em ê çi bikin? Dev ji wîkîferhengê berdin? Dev ji kurdiyatiyê berdin? Were em bi hev re gotûbêjek çêkin. Dûre dengdanek li dar bixin û qeîdeya "Ji bo têgihên zanistî çavkaniyên ferhengan tên pejirandin" tevlî rûpela rêbaznameyê bikin. Ji kerema xwe ji nîqaş û gotûbêjan netirse. Ew ji bo dewlemendkirina wîkîferhengê tiştê herî giring in. Li vir herkes ji bo pêşvexistina zimên dixebitin. Ez ji sibehê heta evarê çewtiyên wîkîferhengê sererast dikim. Ma em jî ne mirov in carina tiştên şaş bikin/bibêjin? --Balyozxane (gotûbêj) 08:31, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Biyolojiyabikurdi: Keko te Wîkîferheng:Rêbaznameya berdest hinek şaş şîrove kiriye. Çi ye ew şaşî: Ew şaşî ev e ku wekî ku di ya tirkî de jî hatiye gotin ji bo têgihên îlmî û edebiyatê nimûneyên nav-hevokî ne hewce ne, lê dîsa jî ew bêçavkanî nabin. Di ya tirkî de jî hatiye îfadekirin ku bi kêmanî 3 çavkaniyên cuda ên pêbawer lazim e. Ferqa ya me, me vê yekê bi eşkereyî îfade nekiriye. Ev jî kêmasiyek e, lê gava me hazir dikir jî te vê yekê neanîbû ziman.
Gava Rêbazname giha qonaxa dengdanê te li vir vê yekê aniye ziman ku "bila krîterên nû ne ji bo peyvên ser zanistê bin". Yanî te gotiye bila ji bo peyv / têgihên îlmî qaîdeyên vê Rêbaznameyê neyên qebûlkirin. Min vê pêşniyarê rasterast şaş dît. Çima, ji ber ku ji bo qada îlmî ger krîter ne wek peyvên din hişk bin jî teqez û teqez divê hebin. Li vir peyvên ku tên bi giştî ez û hêja Balyozxane û Ghybu kontrol dikin, ka peyvên rast in, an virrokî ne û gelo çavkanî hene an na. Berî Rêbaznameyê peyvên pir virrokî (şaş, xelet, bi tirkî "uydurma") dihatin tevlîkirin û wisa diman an admînên me li gor dilê xwe jê dibirin an dihiştin. Lê vê gavê ev yek rûnişt ser sîstemekê. Di vê yekê de şaşiyeke nabînim ez bi dîtina xwe. Û ji ber ku zimanê me ne wek zimanên din rind-standardbûyî û xwedî-sazî nîn e, gelek kes peyvên nû çêdikin, bi vê Rêbaznameyê me xwest ku peyvên nû neyên tevlîkirin. Nexwe pir pir zêde wê peyv hebûna. Peyvçêkirin ne tiştekî zehmet e, lê zêdezêdebûna peyvan xwedî gelek ziraran e. Me Rêbaznameyê ji bo çendîn sedemên wisa qebûl kir. Pêşniyara te ya wê gavê jî ji nehate qebûlkirin ji ber ku te jî ji bo têgihên îlmî bêkrîterbûnê pêşniyar kiribû. Nexwe lu te bigotiya "bila ji bo têgihên îlmî û edebiyatê nimûneyên nav-hevokî ne hewce be" me yê vê pêşniyarê qebûl bikira.
Ya duyem me ji bo Rêbaznameyê ya îngilîzî esas girt, û bala xwe da ya tirkî jî. Me yê tirkî rasterast wernegerand, di vê fikrê xwe de xelet î.
Ji xeynî vê tu di gotarên xwe de li hin deran ji bo têgihên kurdî ferhengên bi zimanên din wek çavkanî nîşan didî. Çavkaniyên bi vî awayî ango yên bi zimanên din nayên qebûlkirin. Nimûneten li ser peyva tîşko te li vir ferhengeke îngilîzî - tirkî ya li ser biyolojiyê wek çavkanî nîşan daye. Lewma ev çavkanî jî ji bo krîterên me nabe çavkaniyeke rast. Ji ber ku di wê çavkaniyê de peyva "tîşko" derbas nabe.
Bi awayê din jî em tev jî ji bo xizmetkirina zimanê kurdî, xizmetkirina îlmê li vir in. Divê rasterast serî li metoda devjêberdanê nedî. Spas. -- Bikarhêner (gotûbêj) 20:51, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Bikarhêner: Ew ferhenga tu dibejî ne ferhengek tirkiye, ferhengek kurdî-îngilîzî-tirkî ye. Kifşe li ber deste te ew ferhen tune ye.Te li cihê çapkirina ferhengê meze kiriye loma ji te wetrê ew bi tirkî ye. Ferheng ji aliyê Dr.Seydo Homan ve hatiye nivîsin.Ferheng li ser peyvên nûjdariyê(bijîşkî) hatiye çêkirin(2014).Di pela 109 de wateya "focus" a ingilîzî bi kurdî wekî tîşko nivisîye. Min tu car ferhengên nekurdî bi kar neaniye, heke tu di nav xebatên min de yek çavkaniyek nekurdî bibînî ji kereme xwe re li vir binivîse.
Min tiştek ji kirîterên wê fahm nekir tu tiştekî dibêjî balyozxane diştek din dibêje ango tu dibêjî ferheng wek çavkanî tên pejîrandin lê balyozxane dibêje na. Ha ji te re gotina balyozxane "Di pîvekên tevlîkirinê de wisa dibêje Bikaranîna di van berheman de divê serbixwe bin, ango ne tenê referans an nirxandinên bikaranînên dinê bin. Loma ferheng nikarin wek çavkanî bên bikaranîn. Heta niha jî min çavkaniyek nedît vê wateyê di hevokê de bi kar tîne. --Balyozxane (gotûbêj) 16:14, 19 tebax 2020 (UTC)" Biyolojiyabikurdi (gotûbêj) 21:00, 20 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi rastî heta niha ez wê hevokê wek ku ferheng nayên pejirandin fêm kir û ji bo hemû peyvên ku min lê zêde kir min çavkaniyên ji ferhengan bi kar neanî (ji bilî dema min wate ji ferhengekê dît min wek referans nivîsî ji ber ku min nexwest keda ferhengsazan bidizim.) Loma min ji te re got ferheng nayên pejirandin. Werin em vê nîqaşê li ser Gotûbêja Wîkîferhengê:Pîvekên tevlîkirinê#Pêşniyazek_li_ser_zelalkirinê gotûbêj bikin û vê rewşê zelal bikin ka em çawa bikin. --Balyozxane (gotûbêj) 06:34, 22 tebax 2020 (UTC)[bersiv bide]