Gotûbêj:kanîster

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Zêdekirina çavkaniyê[biguhêre]

Silav Bikarhêner Min çavkaniyek lê zêde kir. Hewce be, ez ê hin çavkaniyên din jî bidin. Bi silavên germ re! Ferhengvan (gotûbêj) 15:40, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Ferhengvan. Heta ku peyv were peyitandin, ji kerema xwe re şablona {{bêçavkanî}} ji rûpelê raneke. Ji bo peyitandinê sê çavkanî hewce ne. Bo zêdetir agahî binêre WF:Pîvekên tevlîkirinê#Peyitandin. Balyozxane (gotûbêj) 16:09, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Kerem bike hon çavkaniyên din jî: https://ku.avtotachki.com/kanistra-princip-raboty/ Ferhengvan (gotûbêj) 18:07, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Ferhengvan Ew nayên hesibandin ji ber ku malperên spam in bi google translateê tên çêkirin. Divê nivîskar û dîroka wê belî be. Yên anonîm jî nayên qebûlkirin. Balyozxane (gotûbêj) 18:13, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba, rast dibêjî. Min bi lez dît û niha ferq ji nû ferq kir ku ew bi GT hatiye çêkirin. Lê gelo heq û rewa ye ku şertê sê çavkaniyan bo wan peyvên esil-biyanî jî be ku em dikarin bi zelalî di berhemeke bi kurdî nivîsî de bibînin û wateya wê jî wek ya bi zimanên din be? Jixwe em bi zelalî dizanin ku peyveke wek "kanîster" heye û di berhemeke kurdî ya stîlbilind de jî ew hatiye bikaranîn. çima ev ne bes e? Ferhengvan (gotûbêj) 20:41, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Bnr. Wîkîferheng:Pîvekên tevlîkirinê#Peyvên herêmî Balyozxane (gotûbêj) 21:27, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba! Haya min ji wan heye û rewa ye ku ew lê ew şert bo wan peyvan tên bikaranîn ku şik û guman dikare ji hebûna wan hebe. Lê ti şik û guman ji hebûna peyvên esil-biyanî yên wek "kanîster" tine ye: ew di gelek zimanên din de heye û em dibînin ku kesekî ew di berhemeke kurdî ya nivîskî ya bikalîte de jî bi heman maneyê bi kar aniye. Pirsa min ev e: gelo ev ne bes e? Eger na, çima na? Eger em krîterê wek "sê caran hatiye bikaranîn", çima sê caran? çima pîveka me ne "deh car" yan "sed car" be? Ferhengvan (gotûbêj) 21:42, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Merheba @Ferhengvan. Peyva "kanîster" li Bakurê qet nayê bikaranîn. Ez bawer nakim ti kesî (bakurî) ku inglîzî nizanibe vê peyvê bihîstibe. Li gorî çi tu dibêjî ji hebûna "kanîster" di kurdî de ti guman tine? Bikaranîna peyvekê di berhemekê de carekê ne bes e ji bo ferhengvaniyê. Li gorî rêbaznameya me rewş wisa ye. Em dibêjin sê çavkanî hewce ne ji bo îspatkirina peyvekê lê Chyet ger ji tu kesan eynî peyvê bibihîze, dibêjê bes e ji bo xistina ferhenga xwe. Hinek kêfî ye. Lê bi min 3 çavkanî baş e. Salah Sadallah bi deh hezaran peyvên çêkirî di ferhenga xwe de bi kar aniye. Li gorî te ew hemû divê werin qebûlkirin? Balyozxane (gotûbêj) 22:56, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Mebesta min ji tinebûna gumana ji peyva "kanîster" ew e ku ew bêguman peyvek e ku heye. Di inglîzî û bi dehan zimanên din de tê bikaranîn. Madem ku ketiye nivîseke kurdî, êdî mirov dikare di ferhengê de jî cih bigire daku eger kesek wê nivîsê bixwîne û bixwaze di ferhengê de li wê peyvê bigere, bikare bibîne. Min negotiye ku "kanîster" li filan yan bêvan devera kurdîaxiv di nav gel de heye. Bi sedan peyvên zimanê nivîskî hene ku di nav gel de nayên bikaranîn.
Min negotiye ku divê em bi korî li gor Chyet bikin an hemû peyvên ku Salah Sadallah ji ba xwe çêkirine jî li ferhengê zêde bikin. Ferhengvan (gotûbêj) 23:03, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan Tu dikarî peyv û jêgirtinê li rûpela Wîkîferheng:Tomarkirina peyvên ji wêjeya kurdî qeyd bikî heta 2 çavkaniyên din werin dîtin. Mixabin niha ji destê me tiştek din nayê. Ev peyv hîn negihiştiye asta "peyveke kurdî". Balyozxane (gotûbêj) 23:18, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan û Balyozxane: Merheba keko. Kurdên me ji miletên din zêdetir peyv çêdikin, û newisa be jî her însan dikare di berhemên xwe de termîmolojiya xwe ya ji-serê-xwe-çêkirî biemilîne, herwisa însan dikarin zimanên sunî jî çêkin. Lewma peyvekê tenê di çavkaniyekê de derbas bibe, ji bo me biguman e. Ger mirov bihêle, wê di Wîkîferhengê de bi dehhezaran peyvên çêkirî cih bigirin, maneya peyvan tevlîhev bibin, û gava yek li Wîkîferhengê nêrî wê nizanibe ka ev peyv li kar e, an ne li kar e, ev yek jî wê pêbaweriya Wîkîferhengê bixîne.
Peyva "kanînster" jî bi çend zimanan jixwe heye, lê ji ber ku tenê carekê di berhemeke kurdî de hatibe emilandin, divê em wê peyvê nexin ferhengê. Ger em van peyvan jî bixin bawer im wê ferheng bigihe bi milyonan peyvan, lê wê ti kesî baweriya xwe bi vê ferhengê neyîne. Jixwe em dibînin ku hin bikarhênerên Wîkîferhengê, bi îxlalkirina mafên telîfê berê ji çend malper û berheman gelek peyvan girtine, bêyî ti kontroleke dirust, û ew peyvên sunî li şûna peyvên kurdî yên rûniştî -bi mantiqeke safîkurdîkirinê- li gelek cihên din jî wekî peyveke muteber hatine emilandin, ev yek jî zirar dide zimanê me. Ji bo ferhengan pêbawerî krîterekî muhîm e.
Li ser meseleya "bi kêmanî hebûna 3 çavkaniyê" (yên pêbawer, ne ji eynî nivîskarî) jî, ez dibêjim sê ji bo zimanekî pir kêm e, divê zêdetir jî bûya. -- Bikarhêner (gotûbêj) 08:57, 27 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]
Li ser meseleya peyvên çêkirî ez 100 % bi te re me. Ferhengvan (gotûbêj) 09:06, 27 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

Ev gotar an mane li gorî krîterên Wîkîferhengê nehatiye peyitandin (Girêdana daîmî)

Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.


Çavkanî hewce ye.Bikarhêner (gotûbêj) 11:38, 26 tebax 2023 (UTC)[bersiv bide]

 Nehat peyitandin--Balyozxane (gotûbêj) 10:35, 24 îlon 2023 (UTC)[bersiv bide]