Gotûbêj:approach

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Wergerên nû[biguhêre]

Hevalno kurdiya vê peyvê çi ye bo Xwedê? Bi tirkî yaklaşım.--Bibliophile (gotûbêj) 15:35, 6 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Merheba @Bibliophile: bi ya min ji bo "yaklaşım" a tirkî tercumeyên "helwest, nerîn, bawerî, nêzîkayî" guncav in. Ji ber nerîna mirov carina mirov dibêje qey cihê wê peyvê nagirin. Lê ev yek tenê "ji ber ku mirov wisa difire", zen dike wisa ye. Çimkî ger mirov bi awayeke din li zimanê binêre mirov çi mane bide peyveke ew peyv dibe ew. Bi min ziman bi maneyeke xwe "konsensus" e. Ango du însan ji ber xwe ve peyveke çêkin (eletewş jî be) û ji tiştekî re bêje ev "filanbêvam" e. Ew tişt dibe filanbêvan. Lewma bi qenaeta min manelêdana peyvan di destê me de ye. (Wek notek biçûk, hin kes jî ji bo hin peyvan dibêjin ku divê peyv xwe bide der, ango mirov ji navê wê pê derxe. Lê ev yek jî bi ya min tenê awayeke manelêdanê ye.) - (Not 2: Dikarî li vir jî binêrî: https://mymemory.translated.net/en/English/Kurdish/approach -- Bikarhêner (gotûbêj) 01:02, 7 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Merheba @Bikarhêner: Xebera te ye keko, ez bi xwe jî wisa difikirim. Li gorî peywendê hemû tiştên ku tu dibêjî lê tê. Lê helwesta heyî ya li ser vê peyvê zêdetir manelêdana dawî ye ku te behskirî ye. Ji ber ku hevbîriyek li ser peyvê tune û peyv jî li gelek cihan tê şixulandin, meriv pê aciz dibe. Û ji ber ku ev peyvên wiha çalak bi rêya robotan hatine çêkirin ku meriv pê bawer nîne, meriv zêdetir aciz dibe. Ez heta ku tiştek hebe ne digel wê hizra peyvsaziyê me. Yên heyî xerab be jî qebûl dikim bo xatirê rêgiriya aloziyê di ferehenga kurdî de. Belam ev peyv çend sal e bûye bela serê min. Min ferq kir ku min heman pirs çar sal berê di bin tirkiya wê de jî nivîsîye :) Spas bo bersaiva te ya xweş. Malîava. --Bibliophile (gotûbêj) 21:06, 11 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]