Gotûbêj:Pirsûs

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Mijarekê lê zêde bike
Ji Wîkîferhengê
Şiroveya dawî: berî 3 salan ji aliyê Balyozxane ve di mijara Bajar de

Bajar[biguhêre]

Silav Ghybu. Te bajar bi kîjan maneyê bi kar tînî, min fêm nekir?--Balyozxane (gotûbêj) 14:38, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide

Silav Balyozxane. Min jî pirsa te fêm nekir :) Bajarê Pirsûsê û navçeya Pirsûsê (navend) yek in? Bajarê Pirsûsê tevlî navçeya Pirsûsê ye mîna gund û bajarokên din. Li Tirkiyeyê, navçe navên serbajaran digirin. Ghybu (gotûbêj) 14:53, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
Ma Pirsûs yan Sirûc ne bajar in. Navçe/Qeze ne. Ji bo navenda wan em ê navekî din bibînin? Îbrahîm Xelîl Baran di hevpeyvînekê de digot wan berê ji bo navenda Sirûcê digotin Ordî lê ji bo hemû navçeyê Sirûc digotin. Bawer dikim navê Pirsûs tenê ji bo hemû navçeyê tê gotin ne tenê ji bo navendê. Serê min tevlihev bû Pêkenok Balyozxane (gotûbêj) 14:59, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
Li gorî Îbrahîm Xelîl Baran navekî çêkirî ye. Wekî bajar û navçe tê bikaranîn, bnr. [1], şaredariya Pirsûsê...--Ghybu (gotûbêj) 15:09, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: binêre bajarok, navçe, qeza hemû wek bajarên biçûk hatine ravekirin. Niha dema tu dibêjî bajar tu behsa çi diki? Şaredariya navçeyan jî hene. Ew nayê maneya ku navçe bajar e. Hevalekî min î Qoserî dibêje dema dibêjin "em diçin bajêr" ew tê maneya ew diçin Mêrdînê. Lê dema dibêjin em diçin Qezê ew tê maneya ew diçin Qoserê. Niha min eynî pirsê li hevalekî Sirûcî kir, li hêviya bersivekê me. Balyozxane (gotûbêj) 15:53, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
Navçe, li vira û li ser Wîkîpediyayê, tê maneya en:district û tr:ilçe... Ghybu (gotûbêj) 17:03, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
PS: Pirsek: Di kîjan çavkaniyan de navçe wekî bajarok tê bikaranîn? Niha piranî wekî en:district / tr:ilçe (Tirkiye) û şaristan (Îran) tê bikaranîn --Ghybu (gotûbêj) 17:07, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu: Li rûpela bajarok dibêje maneya wê ya navçe heye û li wir çavkaniyek heye. Dîsa jî dema tu behsa "bajarok"an dikî ez fêm dikim çi ye. Mînak Elîgor, Sirûc bajarokekî Sirûcê bû. Lê ez fêm nakim tu çima ji bo Sirûcê dibêjî "bajar". Hevalê min î Sirûcî jî ji bo Rihayê dibêjin bajêr, ne ji bo Sirûcê. Sirûc tenê navçe ye. Balyozxane (gotûbêj) 19:11, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
@Balyozxane: Navê bajarê bi kurdî çî ye? Ghybu (gotûbêj) 21:54, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
Li Tirkiyeyê bajarekî wisa [êdî] nîne. Berê tu karibû "bajarok" binivîsî lê êdî nemaye, gişt Sirûc in. Bnr. parselsorgu. Kurmanc jî ji bo vî cîhî yan dibêjin Ordî yan jî çarşî. Navekî taybet tune ye. Feqîrno nizanin çawa bibêjin "navend" jî. Loma bi ya min nivîsîna "bajarekî Rihayê" xelet e. Tenê "navçe" têra me dike. Balyozxane (gotûbêj) 22:16, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide
@Ghybu:Balyozxane (gotûbêj) 22:17, 27 nîsan 2021 (UTC)Bersiv bide