şert

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

Zayenda nêr a binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şert şert
Îzafe şertê şertên
Çemandî şertî şertan
Nîşandera çemandî şertî wan şertan
Bangkirin şerto şertino
Zayenda nêr a nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî şertek şertin
Îzafe şertekî şertine
Çemandî şertekî şertinan

şert nêr

  1. tişta/ê divê hebe yan bibe yan bêt kirin daku tiştek din hebe yan bibe yan bêt kirin
    Ez jî dê bêm lê bi şertê ku em bi tirimpêlê biçin. (Ger em bi tirimpêlê neçin, ez nayêm.)
    Min şertek heye: divê hûn ji kesekî re nebêjin.
    Bo parastina zimanê kurdî şert e ku her kes li gel zarrokên xwe bi kurdî biaxive.
    • Bey'ek heye ew dibên terazî
      şertê kefa'etê rewa ye
      Şertê mute'aqidan rida ye
       — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Hevmane[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî شرط(şerț).

[biguhêre]

Werger[biguhêre]