çarçav

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

çarçav

  1. Kesên ku berçavk datînin ber çavên xwe.
    Xanima min jî di dawiya emrê xwe da ewêpîreke bi berçavk, ewê jî wek min bibe çarçav... — (Zinarê Xamo, Çîroka berçavka min [arşîv], Hindik Rindik - zinarexamo.blogspot.com02-23-2021)
  2. Kesê ku bi hişyarî an bi baldarî hereket dike.
    Şivan tim li ber pez e û her daîm şiyar e, bi çav, goh û hestên xwe tim bi çarçav e. Pez bi ro û şev tim di talûkê de ye, talûke; diz, keftar, gur û dijmin e. — (Paşa Amedî, Jiyan û rewşa şivanê Kurda [arşîv], Çandname04-07-2017)
  3. Kesên meraqdarê tiştekî ne, hêvîdariya meraqdariyê.
    Çaxê ku her sê bira vegerîyan, çarçav bûn, je hev pirsîn te mal temîz kirîye her sîyan got na gotin minê kê temîz kirîye? — (Fritillaria Kurdica - Bulletin of Kurdish Studies[1.pdf Denenara qêza kêlik] [[1.pdf arşîv]], Abdollah Hajiyan, hj. 1601-03-2017, r. 105)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji çav + çav. Maneya yekem bi tesîra zimanê tirkî ketiye kurdî.

Werger[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

çarçav

  1. (Rûyê lihêfê, rûyê serdoşekê) Guhartoyeke çarçef.