şev

Ji Wiktionary
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Kurdî[biguherîne]

dîmenek şevê

navdêr,

Wate[biguherîne]

  1. her roj dema ku dinya tarî ye,
    dema navbera avabûna rojê û hilatina wê,
    dema navbera nivistinê şiyarbûnê,
    dema navbera êvarê û spêdê
  2. dema borandina çalakiyên êvarî:
    Me şevek xweş ya Newrozê kir.

Herwiha[biguherîne]

Bi alfabeyên din[biguherîne]

Bi zaravayên kurdî[biguherîne]

Ji[biguherîne]

Ji proto-hindûewropî *kwsep-, proto-aryayî *xşep-, hevreha xşep- ya avestayî û farisiya kevn, şep û şeb yên pehlewî, şew ya soranî û zazakî, şewe ya hewramî, شب (şeb) ya farisî, kşāp ya sanskrîtî û ispent ya hîtîtî. Şîv ("xwarina êvarê") û -şem (wek: duşem, sêşem, çarşem]...) yên kurmancî û şam ("êvar") ya zazakî ji heman rehî ne. Akşam ("êvar") ya tirkî jî ji heman rehî ye û ji zimanekî arî hatiye deynkirin.

proto-hindûewropî: *kwsep- ("şev / êvar")

proto-aryayî *xşep- ("şev")
avestayî: xşep- ("şev")
farisiya kevn: xşep- ("şev")
pehlewî: şep, şeb ("şev")
sogdî: xşep ("şev")
farisî: şeb ("şev")
belûçî: şep ("şev")
osetî: axşaw ("şev")...
kurmancî: şev ("şev")
soranî: şew ("şev")
zazakî: şew ("şev")
hewramî: şewe ("şev")
sanskrîtî: kşap- ("şev")
hîtîtî: ispent- ("şev") ...
Çavkanî: Horn p.171, MacKenzie P.135, Etymonline | Pokorny: 649

[biguherîne]

Werger[biguherîne]



Tirkî[biguherîne]

navdêr

Wate[biguherîne]

  1. sernişûv, nişûv, şevil, kaş
  2. mizwac: '