zelîl

Bê kategoriya rêzimanî
Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Mane[biguhêre]

zelîl (cureyê peyvê?)

  1. rezîl, bêqîmet, bindest, kêm, nizmpaye, payejêr, heqîr, serpêl:
    • Rast e li gor Tirkiyê kirina referandûma serxwebûnê ne pêngaveke di cihê xwe de bû, lê ev yek qet nayê wê wateyê ku Tirkiye PDK û Barzanî zelîl bike. Ew ji wê yekê dilgiran û aciz bûn ku çawa hevpeymanê wan li navçeyê bêyî pirs û şêwra ligel wan ku xwe wek birayê mezin dibînin, pêngaveke wiha biavêjin! Bêguman ligel hemû gefûmefan, Tirkiyê ti cezayek li ser Hewlêrê ferz nekir, tenê hewqas nebe dema firokexane hatin girtin, wan jî esmanê xwe daxist. Eger na ji bo saetekê jî deriyên sînor negirtin û boriya petrolê jî negirtî ye. — (Rudaw.net/kurmanci 3/2018)

Ji wêjeya klasîk[biguhêre]

  • Mehrûm û sefîl û bênesîbek
    Ez jî ji zelîl û bênesîbî
    Zer bûme ji hicr-i 'endelîbî
     — (Ehmedê XanîMem û Zîn~1692)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji erebî ذليل(żelîl)

Werger[biguhêre]

Ev rûpel ji aliyê botê ve hatiye çêkirin, ji kerema xwe re kontrol bike!