Here naverokê

xeml

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]

xeml m

  1. rengînî, geşî, ciwanî, serûberê rind, tazeyî
    • 2010, Mele Mehmûdê Bazîdî, Cami’eya Riseleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, çapa 1ê, Stembol: Lîs, →ISBN, rûpel 73:
      Îcarê xanim dibêje, çi bêkêf nebim, îroke eyd bûyî, jined axa û e'yan hemû bi zîz û çak û xeml û libasêd faxire bûyn û ew bi wê libas û xemlê dihatine destê min, rastî min ji wan şerim dikir.
    • ~ 1640, Melayê Cizîrî, Dîwan:
      Zulfa siyah 'enber bike
      Xemlê ji zêrê zer bike
      Zerbaf û dîba ber bike

Tewandin

[biguhêre]
Tewandina xeml
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xeml xeml
Îzafe xemla xemlên
Çemandî xemlê xemlan
Nîşandera çem. wê xemlê wan xemlan
Bangkirin xemlê xemlino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî xemlek xemlin
Îzafe xemleke xemline
Çemandî xemlekê xemlinan

Formên alternatîv

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Înovasyoneke ji erebî خمل (xeml, “zêdetiya porê”).

Bide ber

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]