rebo

Ji Wîkîferheng
Jump to navigation Jump to search

Kurdî[biguherîne]

Navdêr[biguherîne]

rebo

  1. nexweşiyeke ku bêhan mirov teng dike.
(Nexweşiya xîzok ango Rebo çi ye û çawa rû dide? 
Dema ku rêçik û boriyên bêhnê  teng dibin wekû kirîza bêhnê û bêhnçikandinê tê nîşankirin û navbera nobet û kirîzê de her dem zarok xwe xwezayî dibînin.
Rebo ew bi xwe kulbûnek kronîk e, lê ne mikrobeke di hundirê dîwarê lûlêyên  bêhnê de ye û ji ber vê yekê ango vê sedemê dîwarê rêçika bêhnê têne nebixandin û rastî sorbûn, tengbûnê tê û di nava wê de jî belxem dicive.
Her wiha di vê rewşê de dîwarên boriyên bêhnê pirr hestiyar û lawaz dibin.
Ev nexweşiya giran li bal zarokan pirr tê dîtin li Kurdistanê bi rêjeya 5-15% tê dîtin û dema zarok bi vê nexweşiyê dikeve rastî van tiştan tê
-Rûdana kuxika zuha û hin caran bi belxemê re, eger belxem jî rengê wê sipî be.
- Piştî zekemê  bi 3ê heftiyan kuxik dewam dike, dema bikaranîna sporê û bi taybet bazdan, êvara bi ken re, kişandina çixre û nergîlê bala mirov dikşîne ser nexweşiya Rebo(Astîma) ji ber ku xîz xîz di sînga mirov de çê dibe.
- Bêhn çikandin û her wiha sînga mirov tê şidandin.
-Rebo wekû nexweşî tê naskirin? tekez çikandina nefesê, xîzxîz û kuxik nîşana wê ye û divê  wêneyê sînê jî bê kişandin.
Divê  zarokên zêdetirî  6 salan di rêya PEF re bê naskirin ka çiqas rêçikên bêhnê  li bal wan tengbûne.  Dr.Şêrîn Mele Mistefa )

Ji[biguherîne]

Werger[biguherîne]