navhikûmetî

Ji Wîkîferhengê

Kurmancî[biguhêre]

Rengdêr[biguhêre]

navhikûmetî (neqiyasbar)

  1. Ya/yê ku di navbera du an zêdetir hikûmetan de ye.
    • Jêre 8 sal hevdîtin, rêzik, konferansên navhikûmetî, referandûmên têsîra trawmayê kirin, lihevkirin û civînên bilind ên Ewrûpayê diviyabû ku Peymana Lîzbonê pêkbînin - ji bo vê diviyabû dev jî[sic] peymana destûra bingehîn were berdan. — (Le monde diplomatique kurdîKî siyaseteke derve ya Ewrûpa’yê dixwaze? [arşîv], Federico Santopinto (wergêr Lokman Turgut), hj. 42010, r. 7)
    • Bi çavdêriya Otorîteya Pêşketinê ya Navhikûmetî (IGAD) hevdîtinên aştiyê hatin kirin û di 17ê tebaxa 2015an da di navbera aliyan da lihevkirin çêbûbû, lê di 8ê tîrmeha 2016an da li Cubaya paytext pevçûnan cardin dest pê kiribû. — (İbrahim Atmaca, Li Sûdana Başûr piraniya nifûs li ber xelayê ye [arşîv], aa.com.tr/kk27.02.2018)
    • Xebatên koma pisporan a Panêla Guherîna Avûhewayê a Navhikûmetî (IPCC) ya bi ser Neteweyên Yekbûyî (NY) nîşan didin ku germbûna global demeke pir nêz wê derbeke giran li Efrîkayê bide. — (GERMBÛNA CÎHANÎ WÊ PIR BANDORÊ LI SER EFRÎKAYÊ BIKE [arşîv], denge-welat.org24.,03.2021)

Etîmolojî[biguhêre]

Ji nav- +‎ hikûmetî.

Werger[biguhêre]