nationality

Ji Wîkîferhengê

Îngilîzî[biguhêre]

Bilêvkirin[biguhêre]

Navdêr[biguhêre]

nationality (forma pirjimar nationalities)

  1. (niha kêmpeyda) Karakter an nasnameya neteweyî yanî etnîk û/an kulturî. (ji sedsala 17em)
  2. (niha kêmpeyda) Nasyonalîzm, welatperwerî. (ji sedsala 18em)
  3. Etnîsîte, qewmiyet, tebaa, welatîtî. Kok an nasnameya neteweyî; endamtiya qanûnî ya milet an dewleteke xisûsî, bi eslê xwe, jidayikbûnê, qebûlbûna welatîtiyê, xweditiyê, girêdayîbûnê an bi şiklekî din. (ji sedsala 18em)
    By living in the country for five years, you are entitled to get nationality.
    Bi jiyîna li welêt ji bo pênc salan, hûn xwedî-maf in ku hûn welatîbûnê werbigirin.
    Stefi was born in Spain to a Brazilian father and a Chilean mother, so is eligible for three nationalities.
    Stefi li Spanyayê ji bavek brezîlî û dayikek şîlîyî bûye, ji ber vê yekê ji bo sê welatitiyan xwedî-maf e.
    Please include your nationality on the form.
    Ji kerema xwe neteweya xwe li ser formê binivîsin.
  4. Gelê ku bi eslê xwe, kultur û/an zimanek hevpar parve dike û muhtemelen dewletek neteweyî ava kiriye. (ji sedsala 19em)
  5. (kevnbûyî) Hebûna siyasî, serxwebûn an jî yekitî weke pêkhateyeke netewî. (sedsala 19em)

Hevmane[biguhêre]

Têkildar[biguhêre]

Etîmolojî[biguhêre]

Ji national + -ity, muhtemelen piştî fransî nationalité; dawiya dawî ji latînî nātio (netewe, gel).

Binêre herwiha[biguhêre]