Here naverokê

gîtarîst

Ji Wîkîferheng
[biguhêre]
Tewandina gîtarîst   
Zayendên mê û nêr ên binavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî gîtarîst gîtarîst gîtarîst
Îzafe gîtarîsta gîtarîstê gîtarîstên
Çemandî gîtarîstê gîtarîstî gîtarîstan
Nîşandera çemandî gîtarîstê gîtarîstî wan gîtarîstan
Bangkirin gîtarîstê gîtarîsto gîtarîstino
Zayendên mê û nêr ên nebinavkirî
Rewş Mê (yj.) Nêr (yj.) Mê û nêr (pj.)
Navkî gîtarîstek gîtarîstek gîtarîstin
Îzafe gîtarîsteke gîtarîstekî gîtarîstine
Çemandî gîtarîstekê gîtarîstekî gîtarîstinan
Gîtarîstek li festîvala muzîkê.

gîtarîst m yan n li gorî maneyê

  1. (muzîsyen, muzîk) Hunermendê/a gîtarê, kesa/ê ku li gîtarê dide.
    Hevmane: gîtarvan, gîtarjen
    Jornav: muzîsyen
    • Li dû axaftin û peyaman, koma dansê ya Alman ku ji 3 hezar kesî pêk hatiye, dest pê kir. Li gel barana sift jî performansa komê gelek bal kişand. Piştre koma bulgarî ya 2 hezar kesî hemû beşdar mest kirin. Di festîvalê de yek ji komên herî balkêş jî koma gîtarê ya 200 kesî bû. Aheng û lihevkirina di navbera gîtarîstan de ji aliyê temaşevanan ve li piyan hat silavkirin û bi çepikan hat pîrozkirin. Herwisa yoga û medîtasyona ku ji aliyê bi hezaran kesî ve hat kirin, bû sedem ku stadyûma Olîmpiyadê di nav bêdengiyeke kûr de bimîne. Armanca yoga û medîtasyonkirinê ew bû ku bikeve nav Pirtûka Rekoran a Guinesê. — (Ali Guler Di festîvala cîhanê de deng û rengên Kurdan, Rudaw.net, 7/2011)

Etîmolojî

[biguhêre]

Navmiletî bide ber îngilîzî guitarist, fransî guitariste; wekheva gîtar +‎ -îst.

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji malûmatên naveroka vê versiyona madeya guitarist a Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.