Here naverokê

ferz kirin

Ji Wîkîferheng

Bilêvkirin

[biguhêre]

Lêker

[biguhêre]
ferz kirin (gerguhêz)  
Rehê dema niha: ferz -k-
RP.
Niha
ez ferz dikim
tu ferz dikî
ew ferz dike
em, hûn, ew ferz dikin
Fermanî Yekjimar ferz bike
Pirjimar ferz bikin
Rehê dema borî: ferz -kir-
RP.
Boriya
sade
min ferz kir
te ferz kir
wê/wî ferz kir
me, we, wan ferz kir
Formên din: Tewandin:ferz kirin

ferz kirin gerguhêz (lêkera hevedudanî)

  1. (Xwedê) emir kirin, ferman kirin
    • Me ferz kir li ser ummeta serfîraz
      Şeb û rûze pencahî wextê nemaz
       — (~1884Şêx Evdirehmanê AxtepîAmadekar: Zeynelabidîn ZinarRewdneîm, Yekîtiya Nivîskarên Kurd, Stokholm, sala weşandinê: 1991, r. 345)
    • Xwedê li ser şêx, mela, welî û seydan û li ser hemî rêberên dînê islamê ferz kiriye ko ew spasên xwe ên kûr ji miletê kurdî re pêşkêş bikin da ko Xwidayê gewre ji wan re peyar bit û ji wan razî bit û nîmeta xwe li ser wan zor bikit. — (HawarHeke we şikir kir Ez zêde dikim1942Şêx Abid, Amadekar: Firat Cewerî, Weşanên Nûdem, cild 2, hj. 38, sala weşandinê: 1998, r. 913)
  2. îcbar kirin, sepandin
    • w' kourr farz l' sar khwa kere, da waciata babé khwa ijra be kete — (1926Paul BeidarGrammaire Kurde, Paris, r. 51)
      û kur ferz li ser xwe kiri, da wesîeta babê xwe îcre bikiti
    • Şêrek hebû, hikim li heywanên dora xwe hemiwan dikir û li ser her cisnekî ji wan şîvek an taştêk ferz kiri bû ko jê re bînin. — (RonahîŞêr û Kêvroşk1942, hj. 6)
    • Ev gavna lı dıji[sic] peymanên Vêrsay bûn, yên ko pışti şerê cihanê yê yekê lı ser Almanya hatıbûn ferzkırın. — (Dengê Komkar, Roja Rizgariyê1985Gundî, hj. 76)
  3. Tiştekî ku neqewimiye wek ku qewimîbe qebûl kirin.[1][2]
    • Ferz ke ku ji mal re bûme walî
      Çûm, dîse dimîne malî xalî.
       — (~1884Şêx Mihemed CanAmadekar: Zeynelabidîn ZinarLeyl û Mecnûn, Weşanxaneya Çanda Kurdî, Stockholm, sala weşandinê: 1992, r. 120)
    • Ferz bikin ku Kurdistanê, Cizîre de mirovek heye. Nave wî Mehmo ye. Ev Mehmo, pênc sed pezê wî, jin û zarûyen wî hene. — (Kurdistan, WE’TESÎMÛ BÎ HEBLÎLLAHÎ CEMÎEN WE LA TEFERREQÛ [arşîv], 1899Ebdurrehman Bedirxan Beg, Amadekar: Mehmet Emîn Bozarslan, Weşanxana Deng, hj. 11, sala weşandinê: 1998, r. 242)

Etîmolojî

[biguhêre]

Ji ferz +‎ kirin.

Werger

[biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre]
  1. ^ @_Cemil34_25Farz [arşîv], X.com2025
  2. ^ R.F. JardineBahdinan Kurmanji, Bexda, 1922, sala weşandinê: 1922, r. 5