enteş
Kurmancî[biguhêre]
Bilêvkirin[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda nêr a binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | enteş | enteş |
Îzafe | enteşê | enteşên |
Çemandî | enteşî | enteşan |
Nîşandera çemandî | wî enteşî | wan enteşan |
Bangkirin | enteşo | enteşino |
Zayenda nêr a nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | enteşek | enteşin |
Îzafe | enteşekî | enteşine |
Çemandî | enteşekî | enteşinan |
enteş nêr
- (Aldûş) Ji hêla çawanî û çendanîyê ve wekî hev bûn, hevta, hinkûf.
- Tu wî dikî enteşê min?
- Li ciyê xwe rûne, tu kîyî li dijî me di axivî, edeba xwe bizane tu ne enteşê me yî em te bigirin ciddîye. — (ARSİVA KURD, Lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê [arşîv], Bargiran, 2016, r. 32)
- Bi Iraqê re gotinên nemayî, bi serokwezîrê Îraqê henekên xwe dikirin. Tu ne enteşê me yî. em bi te re hevdîtina pêk nînin. Hete xwe bizane Abadîyê derpê di navber rana da bû!” — (TIRKIYÊ LI HER DEWRÊN DUNYAYÊ WENDA KIRINE [arşîv], Bargiran, 2017, r. 36)
- Her kes enteşê xwe bixwe zane. — (Mehmet Oncu, Ferhenga Devoka Herêma Semsûrê, Sîtav, 2020, r. 115, ISBN 9786057920607)
- Rasûlûllâh wiha kerem kiriye ku: "(Ê ku dixwazin bizewicin) ku lawik û keçik enteşê hev bin û hûn wana nezewicînin, li benda fîtneyê bisekinin." — (Gotinên Pêxember [arşîv], twitter.com, 2020)
- Em jî hêvî dikin ku ew giravokên ku taybetî navçeya Cêlikanin û ne li Tirkiyê ne jî li welatên din hempaû enteşên wan tinenin, rojekê pêş de aliyê dewletê ve bên parastin û qorî kirinê. — (Semsûr, Ji bihûştên rûzemîn ên veşartî "Cêlikan" [arşîv], Mehmet Oncû, hj. 5, 2011, r. 8)
Etîmolojî[biguhêre]
- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.