Wîkîferheng:Rêbazname

Ji Wîkîferhengê
Ev yek ji rûpelên Rêbaznameya Wîkîferhenga kurmancî ye. Tê de rêzik, rênîş an pratîkên hevpar tên danasîn û ravekirin.
Têgih: PÎVEK - RÊNIVÎS - NORM - RÛPELSAZÎ - STANDARDKIRIN - JÊGIRTIN - DENGDAN - JÊBIRIN

Wîkîferheng bi hevkariya hemû kedkaran bi rê ve diçe û xwedî hin rêzik û rênîş e, ji bo pêkanîna armanca hevpar ya damezrîner û beşdarên xwe: avakirina ferhengeke pêbawer û azad.

Rêbaznameya Wîkîferhengê ji bo diyarkirina sepandinên herî baş, zelalkirina rêgezan û çareserkirina nakokiyan ji aliyê civatê ve tê perisandin.

Rêzikên sereke[biguhêre]

  1. Wîkîferheng hem ferheng, hem biwêjname hem jî ferhenga hevwateyan e.
  2. Wîkîferheng pirziman e, anku tê de ji hemû zimanan têgih hene. Armanca wê ew e Hemû Peyvên Hemû Zimanan tevlî xwe bike. Ev Wîkîferhenga zimanê kurdî ye. Anku nivîsên hemû têgihan, yên peyvên zimanên dinê jî, bi kurdî ne.
  3. Rêz li mafê telîfê bigre. Wîkîferheng ferhengeke azad e û li bin mercên Lîsansa belgekirina azad a GNUyê û Commons Attribution-ShareAlike Licenseê lîsanskirî ye. Tevlîkirina xebatên lîsansan bin pê dikin ji bo armanca me yî avakirina ferhengeke azad ya her kes dikare wê parve bike xetereyek e û dibe rê bide kêşeyên dadmendî.
  4. Xwe ji alîgiriyê vede. Têgihan bi nerîneke bêalî binivîsîne, hemû bikaranînên têgihê bi dadmendî pêşkeş bike.
  5. Rêz li beşdarên dinê bigre.

Beşên Rêbaznameyê[biguhêre]