Gotûbêja Wîkîferhengê:Rêbazname

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Rêbazname û biryardan[biguhêre]

Merheba ji we gişan re. Min got ez rûpela rêbaznameyên me saz bikim, da ku li ber destê me tiştekî darîçav hebe em li ser bişêwirin û çawatiya wê rêbaznameya xwe binirxînin. Ev rûpela destpêkê ye. Du rûpelên dinê yên min vêga saz kirine: Wîkîferheng:Pîvekên tevlîkirinê û Wîkîferheng:Rêziman û rênivîs, ji kerema xwe li gotûbêjên wan jî binivîsînin. Wek vêga tê dîtin min du şablon jî danîne ser rûpelan. Ya yekan ji bo şaşî dernekevin, diyar dike ku rûpel hîn ne pejirandî ne û tên nîqaşkirin. Ya diduyan jî wek pêristeke rêbaznameyê ye. Em dikarin li ser hemû hûrgiliyên rêbaznameyê û binerûpelên wê bipeyivin; naveroka wan, navên rûpelan, kurtenavên wan û wd. Ji kerema xwe pêşniyaz û ramanên xwe vebêjin. Herwiha di piraniya Wîkîferhengên zimanên dinê de bi dengdanê guhertinên rêbaznameyan tên pejirandin. Gelo em çawa vê dikarin bisepînin? Silav û serkeftin.@Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Balyozxane, û Gulsumake:Pispor (gotûbêj) 19:19, 4 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]

Silav @Pispor: Gelek spas ku te dest bi vê kiriye. Ev dê hêdî-hêdî pir baş bibe.
Hin pêşniyazên min ku eger bixwazî, dikarî neqlî rêbaznameyê bikî:
1) Şertên nû yên lêzêdekirinê bila niha tenê bo rûpelên nû be. Li ser rûpelên heyî yên biguman em şablona "bêçavkanî" zêde bikin.
2) Di mijara çavkaniyan de te gotiye ku pirtûk, kovar û rojname dikarin wek çavkanî werin bikaranîn. Bi nêrîna min mirov dikare çavkaniyên elektronîkî jî wek çavkanî bide. Ev carinan heta ji kitêb û kovaran çêtir e jî ji ber ku mirov dikare bi hêsanî kontrol bike ku rast e. Helbet eger hem çavkaniyên çapkirî û hem jî yên neçapkirî hebin, hê jî çêtir e.
3) Di meseleya berhemên kevnar de (bo nimûne şairên klasîk) bi min eger tenê carekê jî peyvek peyda bibe, bes e. Lê divê mirov hingê binivîse ku ew peyv bi qasî ku tê zanîn tenê li derekê hatiye bikaranîn û wê çavkaniyê bide. Mimkin e ku filan şair bi tenê ew peyv bi kar anîbe û ti kesî berî wî û piştî wî bi kar neanîbe, lê dîsa jî giring e ku em wê peyvê tê xin ferhengê daku xwandevan bikarin bi alîkariya ferhenga me klasîkan jî bixwînin.
Niha evqas. Bi silavên germ re! --Ferhengvan (gotûbêj) 20:10, 4 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Merheba mamoste @Ferhengvan:. Spas xweş û li ser çavan, ez jî gelek şa me êdî me dest bi sazkirina rêbaznameya xwe kiriye. Ji bo pêşniyazan jî;
  1. Jixwe min jî di Gotûbêja_Wîkîferhengê:Pîvekên_tevlîkirinê de fikra xwe di wî warî de gotibû. Heke rêbaznameya me û rênimayên tevlîkirinê werin pejirandin, dê di destpêkê de tenê ji bo lêzêdekirinên nû be. Herwiha ez dibêjim em heyamekê diyar bikin, li gor biryara giştî helbet; 3 meh, 6 meh an salek be çiqas be. Di wê demê de em hewl bidin çi qas ji me tê rûpel û têgihên heyî bigihînin pileya rêbaznameyê. Helbet şablona bêçavkaniyê li hemû têgihên çavkaniyên wan tune ne an kêm in deynin. Piştî wê heyamê jî heke tevî hemû hewldanan têgiheke bê çavkaniyekê tenê jî mabe em wan ji wîkîferhengê rakin.
  2. Mamoste min li wir bi zanebûn berhemên dijîtal tevlî nekir, min xwast em li ser wê bişêwirin. Te baş kir behsa wan kir. Di vî halê rêbaznameyê de çavkaniyên dijîtal nayên pejirandin, lê herwiha ji hin hêlan ve şertên me sivik in jî. Bo mînak di ya inglîzî de mercê demboriya salekê di navber çavkaniyan de heye. Ango sê çavkaniyên di navbera wan de salek hebin. Yeka din bo mînak ya tirkî hemû ferhengan wek çavkanî qebûl nake. Dibêje divê ew ferhengên bûne çavkaniya zêdetirî pêncî gotarên zanistî dikarin bibin çavkaniya têgihên wîkîferhengê. Ango mebesta min ew e, heke em rê bidin berhemên dijîtal jî em mercên xwe hinekî girantir bikin.
  3. Min bi xwe têrêkirina çavkaniyekê tenê ji bo têgihên folklorî pêşniyaz kiribû. Lê em dikarin sepandina vê istîsnayê ji bo peyv û gotinên di berhemên klasîk de jî nîqaş bikin. Herwiha dibe em mercên cudatir jî deynin. Nexasim ji hêla şirovekirina wateyên peyv û gotinan, ku gelek caran bi şaşî tên fêm kirin. Wek mînaka derbendê ya wan çendan. Mereq dikim ka fikrên hevalên dinê çi ne.
Silav û serkeftin. —Pispor (gotûbêj) 02:08, 5 sibat 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, Pispor, û Gulsumake:, jkx em hinek din li ser van hizran bifikirin û biryarek bidin. Ez dibêjim pêşniyazên hêja Ferhengvan maqûl e. Pêşniyaza min ev e ku di derheqê çavkaniyên online de jî em baldar bibin. Em nikarin her peyvên li ser tirsik.net/facebook/twitter li ferhengê zêde bikin. Li ser înternetê bi raya min em dikarin blog/nûçe/pirtûk/ wek çavkanî bidin. Ji bo têgihên folklorîk jixwe hêja Ghybu şablona {{k|Aldûş}} amadekiribû. Heke tenê çavkaniyek jî hebe, em van peyvan lê zêde bikin. Lê bêyî çavkanî nabe.--Balyozxane (gotûbêj) 13:26, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Balyozxane. Belê êdî wext e heta derreng e, divê em safî bikin. Wek min berê gotî heke em ê çavkaniyên înternetê jî qebûl bikin divê em şertên xwe hinekî girantir bikin ji bo em pêşî li suistîmalê bigrin. Pêşniyaza min ew e, wek çavkaniyên dinê em bikin herî kêm salek di navbera her çavkaniyê de hebe. Ango heke çavkaniyek di adara 2007an de hatibe weşandin divê yên dû wê ne berî adara 2008an de hatibe weşandin, herwiha ya piştî wê jî wisa. Û pêşniyazeke min î dinê jî ew e, di mercê me yê sê çavkaniyan de qe nebe bila yek jê ne-înternetî be. Niha gotinên min ev in. Hêvîdar im hevalên dinê jî ramanên xwe vebêjin. –Pispor (gotûbêj) 14:20, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Heke em li ser çavkaniyên elektronîk jî biryareke erênî tevlî rêbaznameyê bikin dê bi vê halê xwe Rêbazname têr xuya bike. Bo rêgirtina îstismarê em dikarin pîvekek wiha dînin:
Çavkanî (malperên nûçeyan, blog û hwd) divê berî 2018an hatibe weşandin. Helbet tarîx nîqaşbar e. Her wiha pîveka ku bo elektronîk divê tiştek wiha hebe: Divê nivîs ne li ser zimên be, li ser mijarên derveyî zimannasî bin. Heke çavkaniya elektronîk blogeke be, em dikarin pîvekek din dînin: Herî kêm deh nivîs tê de hebe.
Her wiha ne tenê bo berhemên klasîk her wiha wêjevanên mezin ên kurdî jî bi berhemek xwe dikare bibe çavkanî. Bo vê jî em dikarin şertê sal dînin, wekî berî 1991an. (Malum e, piştî ku li Tirkiyeyê qedexeya ser zimanê me rabû, ferheng û berhemên ku peyvên nû yên kurdî pêşniyaz kirin gelek zêde bûn.)--Jiju (gotûbêj) 20:21, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Silav Jiju Malîava ji bo vegotina fikrên hêja. Pêşniyaza ku bila çavkanî ne tenê li ser zimên bin gelekî ket serê min jî. Ew meseleya sînordarkirina bi dîrokan nizanim wê çawa bixebite. Lê ez û @Balyozxane: dibêjin bila wek wîkiyên dinê di navbera weşandina her çavkaniyê de herî kêm salek hebe. Bi ya min dê ev jî têra xwe derfeta pêbaweriyê bide me ji bo çavkaniyên înternetî. Pêşniyaza dinê jî baş e, ku herî kêm deh nivîsên dinê di wê jêderê (blog, malper û wd.) de hebin. Herwiha ez dibêjim di sê çavkaniyên pêwîst de bila her sê jî ne ji înternetê bin û qe nebe yek jê nivîskî/çapkirî be. Lê nizanim ji bilî berhemên kevnar, qebûlkirina çavkaniyeke yekane zêde nakeve serê min. Niza hevalên dinê çi difikirin? @Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, û Gulsumake:Pispor (gotûbêj) 22:31, 13 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Bi qasî ku dibînim ne xema rêvebîran e :/ --Balyozxane (gotûbêj) 14:53, 15 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Ghybu, Şêr, Ferhengvan, Bibliophile, Cyrus the virus, Mohajeer, û Bikarhêner:, @MikaelF, Jiju, IbrahimKocher Duhok, Gomada, Ferhad Kurdi, û Gulsumake: @Pispor û Balyozxane: Merheba hevalino. Bi min pêbaweriya çavkaniyên înternetî kêm in. Herwiha ger em çavkaniyên înternetî qebûl bikin jî 1 - divê ew çavkaniyên înternetî çavkaniyên pêbawer bin û ji nivîsên ku wek nimûne hatine pêşkêşkirin 2 - ji aliyê eynî kesî ve nehatibin qeydkirin. Bi ser de jî 3 - di navbera nivîsan de bi kêmanî saleke hebin. 4 - Ji xeynî têgihên zimannasiyê divê nivîsa çavkaniyên elektronîkî - ne li ser zimanê be, li ser mijarên derveyî zimannasiyê bin. Herwiha divê bi kêmanî yek ji çavkaniyan kitêbeke çapkirî yê pêbawer be.
Herwiha ji ber kêmasiya pêbaweriya çavkaniyên elektronîkî du çavkaniyên elektronîkî wek yek çavkaniyeke bêne hesibandin. Bi vê hesabê ger çavkanî yek kitêbeke çapkirî be, yên din divê çar çavkaniyên elektronîkî bin ku hêjmar bigiheje sê çavkaniyan. Ger çavkanî du hebên çapkirî be wê demê du çavkaniyên elektronîkî jî divên da ku hejmar bigihîje sê çavkaniyê.
Di meseleya berhemên klasîk de ez jî ser fikrê kekê @Ferhengvan: im. Bila ji bo wan tenê yek çavkaniyeke jî were qebûlkirin. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:30, 19 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Ji bilî vê pêşniyaza te "du çavkaniyên elektronîkî wek yek çavkaniyeke bêne hesibandin", pêşniyazên te yên din dipejirînim. Bi raya min 2 çavkaniyên elektronîkî û çavkaniyeke ji pirtûkan bes e.--Balyozxane (gotûbêj) 22:50, 19 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
Min berê jî fikrên xwe gotibûn ku ji bo her peyvê hewce bi çavkaniyan nîne. Bi dûçûna min 3 cure peyv hene; 1-Peyvên di nav gel de tên bikaranîn ku îsbata wê asan. 2-Peyvên di berhemên klasîk de tên bikaranîn ku em dikarin wan nûjen bikin. 3-Peyvên çêkirî, pirsgirêk li gor min di peyvên çêkirî de ne ku di nav gel de nehatîne bikaranîn. Ji bo peyvên çêkirî hewce bi çavkaniyan heye bi nêrîna min. Jixwe peyvên madeya 2yê jixwe biçavkanî ne ku divê derbas be, peyvên madeya 1ê di nav gel de dema digerî ev jî îspata wê ye. Lê peyvên nûjen û çêkirî çavkanî şert e ku her kes li gorî serê xwe peyvan neçêke. Dema kesekî xebatek berhemek bi kurdî kir û di wê berhemê de peyvên çêkirî hebin, wisa ew dibe malê zimanê kurdî. Ez wiha dibînim Mohajeer (gotûbêj) 15:15, 20 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Mohajeer: Silav hevalê hêja. Min û hevalên din li jor qala pîvanan kirin ku gelo em peyvan bi kîjan pîvanan li wîkiyê qeyd bikin. Em hemû di qeydkirina peyvên rojane de hevbîr in, divê bêyî çavkanî jî werin qeydkirin. Nîqaşa jor li ser peyvên çapkirî yên nedîtî yên bi yek-çavkanî û peyvên nû çêkirî/dariştî ne û me jî bi ya mentiqa xwe û bi ya rêzikên wîkiyên din nêrînên xwe parve kirin. Ji bersiva te min ev fêm kir: Tu pîvan hewce nake! Bi ya te kî kîjan peyvên nû/çêkirî bi kar bîne/anîbe geh di peyivînên rojane de, geh di zeviyên elektronîk an jî lîteratura çapkirî de be, ferq nake, bi rehetî divê werin li vir zêdekirin. Gelo di fêmkirina min de xeletî heye, yan jî tu pêdivî bi Rêbaznameyê nabînî? --Jiju (gotûbêj) 12:13, 21 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Jiju: Belê tu xelet fêm dikî :) Ji serî heta binî tu bi hestên xwe bersiv didî. Min fikrên xwe ji bo rêbaznameyê got ku qaîde çawa bin, tu dibêjî qey tu dijî rêbaznameyê yî :). Mimkin e ku fikrên me wekhev nebin, sirûştî bibîne vî tiştî. Min nêrînên xwe parve kirin û helbet belkû ez xelet bim. Lê ew nayê wê wateyê ku ez dijî rêbaznameyê me. Bi dûçûna xwe, bi têgehiştina xwe ez wiha li meseleya çavkanîdanê dinêrim. Wek din eger tu xelet fêm nekî, tu dikarî bibînî ku min sê cure peyv nivîsandî ne. Peyvên li nav gel tên bikaranîn, pêyvên di berhemên klasîk de tên bikaranîn ku jixwe divê çavkanîya bê dayîn û ya din jî peyvên çêkirî ne, ji bo mînak peyva pêvajo ev ji ku peyda bûye. Divê ji bo peyvên wiha şerta çavkanîdanê bê nivîsîn. Ji van hersê madeyan, te ev femkirî ye ku ez li dijî rêbaznameyê me, bawer im tu naxwînî :) Mohajeer (gotûbêj) 12:27, 21 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]
@Mohajeer:Li vir divê mînakên xwe jî bidim. Mîsal di wan rojan de mêrikek li xwendingehekê dixebite, rabû got, qedexeyê qedexe dikim û li şûna wê derbend tînim. Niha şopîner an neşopîner kesên vê fermana twîtê xwendin, dizanin ku derbend di heman demê de ji hin kesan ve wekî qedexe tê bikaranîn. Em ê vî tiştî bo lêzêdekirinê qebûl bikin? Wekî din ez di twîtên xwe de pir caran ji bo videoyên kin ên anîmasyon an jî klîbên stranan re peyva fîlmok bi kar tînim ku têra xwe kar pê dikim. Dikarim wê lê zêde bikim? An jî gelek ferhengnivîs û nivîskar hene ku dehan peyv dariştine lê di tenê ferheng an berhemên wan de asê mane, neketine zimanê rojane an jî lîteraturê weke Kaşkaşokaserhesin(trên) an jî erdkolojî (arkeolojî) (Compûtera ber dilê min, Mahmûd Lewendî). Helbet ên Lewendî tinaz in, lê gelek ji wan hene, bêhesab. Mîsal hevalekî peyva hêran dariştiye û di nivîsekê de sebeb û metoda xwe rave kiriye û wê pêşniyaz kiriye. ku ji hin kesan vê peyvê bi kar tînî, li vir pîvana rojanebûna peyvekê çi ye. Mîsal pir kurd hene ji bo rûpelên xwe yên instagram an jî twitterê nabêjin rûpel lê dibêjin malper. Lê qasî ku em dizanin malper site ye, ne rûpeleke wê ya navxwe. Niha em ê çi bikin, vê wekî şaşfêmkirin qebûl bikin an jî ji ber ku berbelav e, em ê vê wate jî lê zêde bikin? Niha mesele helbet dibe xeletfêmkirina min, lê diyar e ya tu nikariye xwe bide fêmkirin, an jî tu dixwazî amerîkayê dîsa kişf bike. Lê pêdivî ne kişifkirina dîsa ye, berfirehkirina pîvanan e. Tu rabûye wekî berî te keseke din qala wan sê cure peyvan nekiriye, te rêz bi rêz nivîsandine. bi ser de jî gotiye heke peyvek di nav gelê de tê bikaranîn, divê were zêdekirin. Li vir te qala pîvanê nekiriye. Va ez xelk im fîlmok bi kar tînim. Va ew karmendê xwendinkirinê ji derbendê re maneyeke din îcad kiriye, bikarhênerên nifşa z bi peyva malperê re qesda hesabên xwe dikin. Kî ew ê bi kîjan pîvanî peyvan qeyd bike yan jî bibêje na. Bila wek te be ez naxwînim lê bawer ke tu jî fêmkirina xwe li derekê hiştiye, heyf e :)Jiju (gotûbêj) 12:52, 21 nîsan 2020 (UTC)[bersiv bide]

Dengdan[biguhêre]

Wîkîferheng:Dengdan/Rêzik/Rêbazname--Balyozxane (gotûbêj) 21:43, 15 hezîran 2020 (UTC)[bersiv bide]