Hevlêr
![]() |
Bikarhênerek dixwaze ev peyv were standardkirin. Ji kerema xwe tevlî nîqaşa li ser Daxwazên standardkirinê bibin.(+) |
Hevlêr / Hewlêr |
Kurdî[biguhêre]
[biguhêre]

Hevlêr mê
Bi alfabeyên din[biguhêre]
Herwiha[biguhêre]
Hevmane[biguhêre]
Rastnivîsîn[biguhêre]
Van salan ji medyaya soranî wek "Hewlêr" ketiye medyaya kurmancî. Lê ji mêj ve kurmancên nêzîkî wî bajarî navê wî wek "Hevlêr" dibêjin. Bi soranî "Hewlêr" e ji ber ku di soranî de "v" bi gelemperî nayê bikaranîn. Lê bi kurmancî di nav gel de Hevlêr e.
Jê[biguhêre]
Etîmolojî[biguhêre]
Hevreha soranî ھەولێر (Hewlêr), siryanî ܐܪܒܝܠ (Erbêla), erebî أَرْبِيل (ʾarbīl), pehlewî Erbeyra, akadî Erbe-îlû, sûmerî Urbîlum. Tê bawerkirin ku ji akadî [Peyv?] yan ji aramî [Peyv?] ye û maneya " çar xwedayan" dide. Di kurdî de cihê "b" û "l" yên nava peyvê bi hev guherîne û "b" di kurmancî de bûye "v" û di soranî de jî bûye "w" anku "*Erbêl > *Evrêl/Ewrêl". Herwiha "r" ya nava peyvê û "l" ya dawiya peyvê jî bi hev guherîne anku "*Evrêl/*Ewrêl" bûye "Evlêr/Ewlêr". Ji ber ku kurdî bi gelemperî herfên bideng li destpêka peyvê red dike, herfa "h" jî li destpêkê zêde bûye anku "Evlêr/Ewlêr" bûye "Hevlêr/Hewlêr".