Gotûbêj:status quo

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Guherto[biguhêre]

@Ferhengvan: Merheba keko. Çawan î baş î? Forma wek "status quo" bi kurdî nayê emilandin. Ez bim em vê peyvê di vê rûpelê de wekî kurdî nîşan nedin çêtir e, em vê bi zimanê wî orjînal nîşan bidin. Çimkî di kurdî de forma "statuko" rûniştî ye, şiklê wek "status quo" ne li kar e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:14, 2 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]

Silav Bikarhêner Ez baş im, hêvîdar im ku hûn jî baş in. Rast e ku forma serdest di kurdiya nivîskî de "statuko" ye. Lê nadiren be jî, forma "status quo" jî hin caran tê bikaranîn. Ji bilî nimûneya ku di rûpelê de hatiye dayîn, kerem bike nimûneyeke din jî: "["3)Li BAȘÛR rewș STATUS QUO´ye]." Min niha "status quo" wek guhertoyeke "statuko" guherand. Herwiha min lê zêde kir ku "status quo" bi inglîzî ye jî. Niha çawa dibînî? --Ferhengvan (gotûbêj) 04:55, 3 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]
@Ferhengvan: Min hinekî guherand. Di guhartoyan de em pir detay nadin, wekî "Werger"ê. Qismê wergerê di formên standard de cih digirin, lewma min wê qismê jê bir, û "statusquoparêz" - "statusquoparêzî" jî bêçavkanî bûn, ji ber vê sedemê min wan jî jê bir. Di çavkaniyan de peyva "status quo" tev di nav îşareta dunikê de didan, lewma min digot wekî kurdî nehatiye bikaranîn. Wekî din vêga baş e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 10:17, 3 tîrmeh 2023 (UTC)[bersiv bide]