Gotûbêj:renove
Çavkanî[biguhêre]
@Ferhengvan: Merheba keko. Min ji bo forma kurdî "renove" kirin / dikî hwd. ti çavkaniyekê peyda nekir. Ez difikirim ku peyveke kurdî yê bi vî awayî nîn e. Jê bibim an? -- Bikarhêner (gotûbêj) 19:53, 21 nîsan 2023 (UTC)
- @Bikarhêner: Rast e ku di kurdî de pir kêm tê bikaranîn lê dîsa jî di hinek nivîsan de tê dîtin. Min nimûneyek li rûpelê zêde kir. Nimûneyeke din jî dikare di hejmara 31 ya Le Monde Diplomatique kurdî (hezîran 2012) de were dîtin: Heçî renovekirina li gor pîvanên pasîf e, ew bi tenê digihêje 82/kWh/m2/salê. Dema ku mirov bi tonan îfade dike ev dane hê bêhtir rohnîker in: Avahî qederê 100 tonan giran e. Ji ber ku baş li vê renovekirinê hatibû fikirîn, pêdivî daxistibûn asta herî jêr. [[1]] --Ferhengvan (gotûbêj) 21:13, 21 nîsan 2023 (UTC)
Etîmolojî[biguhêre]
@Ferhengvan: Çima "bi riya tirkî"? Niha li Ewropayê jî pir kurd hene (nivîskar, rojnamevan, ... rojname û kovarên bi kurdî jî derxistine): peyvên nû yên ku zimanên Ewropayê hatine girtin bi min hemû ne "riya tirkî" ye... Ghybu (gotûbêj) 21:57, 21 nîsan 2023 (UTC)
- PS: Bo mînak w:Le Monde diplomatique rojameyeke fransî ye. Ghybu (gotûbêj) 22:03, 21 nîsan 2023 (UTC)
- Hêja @Ghybu: Rast dibêjî, dibe ku yekser/dîrek ji fransî hatibe wergirtin, ne bi riya tirkî. Loma min "bi riya tirkî" jê rakir. --Ferhengvan (gotûbêj) 20:20, 23 nîsan 2023 (UTC)
Cureyê Peyvê[biguhêre]
@Ferhengvan: Cureyê peyvê wekî "lêker" dibînim ez. Lewma ez dibêjim em cureyê peyvê bikin lêker, û formên peyvê ên wek "renovetir / renovetirîn"ê jê bibin. Cejna we jî pîroz be, di vê navberê de. -- Bikarhêner (gotûbêj) 22:37, 21 nîsan 2023 (UTC)
- Hêja @Bikarhêner: Lêker "renove kirin" (tamîr kirin, nû kirin) e. "Renove" (tamîrkirî, nûkirî) ne lêker e lê rengdêr e. Lê dibe ku ew rengdêreke neberhevbar (uncomparable) be. Cejna we jî pîroz be! --Ferhengvan (gotûbêj) 20:21, 23 nîsan 2023 (UTC)