Gotûbêj:kod

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîferhengê

Zayend[biguhêre]

@Ferhengvan, Bikarhêner, û Balyozxane: Peyva kod mê an nêr e? Min her du jî bîstiye... Ghybu (gotûbêj) 02:18, 18 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Merheba, ya rastî baş nizanim ku zayenda vê peyvê çi ye, lê ez wekî nêr bi kar tînim. -- Bikarhêner (gotûbêj) 02:24, 18 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
koda zimanî an kodê zimanî? Ghybu (gotûbêj) 02:29, 18 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Min li jorê xelet nivîsiye, ez wekî mê bi kar tînim, wekî "koda zimanî". -- Bikarhêner (gotûbêj) 02:45, 18 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Piraniya mutleq ya peyvên ji zimanên ewropî, di kurmancî de zayenda mê werdigirin. Lê çend peyv hene ku li Bakurê Kurdistanê bidin mê û li Başûrê Kurdistanê dibin nêr. Bo nimûne: film, perleman, kod. Hinek peyvên kurdî bi xwe jî li hinek herêman nêr û li hinekan jî mê ne, bo nimûne peyvên "dem, poz". Herwiha hinek peyvên ji erebî yan bi riya erebî ketine kurdî jî, wek mînak "qelem". Ez ê zayenda peyva "kod" bikim "mê yan nêr".Ev peyama bêîmze ya Ferhengvan (gotûbêjbeşdarî) e.
(Bo agadarî) Formata zayendê: Wîkîferheng:Dîwan/arşîv 2019#ZayendGhybu (gotûbêj) 12:29, 18 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]