Gotûbêj:-firaz
Ev gotar an mane li gorî biryara li ser daxwazên jêbirinê hatiyê jêbirin. (Girêdana daîmî)
Ev gotûbêj êdî ne zindî ye û wekî arşîvekê li vir hatiye zêde kirin. Ji kerema xwe van agahiyan neguherînin, lê hûn dikarin gotûbêjeke nû li ser wan li dar bixin.
Dengdan di ?an de dest pê kir û wê di ?an de bi dawî bibe.
|
- Sedem: Di beşa bikaranînê de dibêje tenê peyvên serfiraz, serfirazî û serfirazane ji vê paşgirê hatine çêkirin. Paşgireke wisa bi ya min di kurdî de nîne. Ji bo ku paşgirek bibe kurdî divê di peyvên din de jî were bikaranîn. Peyvên serfiraz û yên din gişt ji farisî deynkirî ne. —Balyozxane (gotûbêj) 23:14, 19 gulan 2021 (UTC)
Bimîne Bawer dikim ev ne sedemeke di cih de ye. Ne girîng e bê ka ev ji pehlewî yan ji farsî ketiye zimanê me, lê ya girîng ew e ku ji zû ve di kurmancî de heye. Loma divê bimîne.—Gomadapeyam 17:27, 21 gulan 2021 (UTC)
- Silav Gomada. Tiştê ku min xwest bibêjim ew e ji xeynî peyva serfiraz û yên wekî wê, peyvên din tune ne ku ji vê paşgirê hatine çêkirin. Mînak paşgira -çî herçiqas ji tirkî hatibe deynkirin jî divê di ferhengê de bimîne. Ji ber ku gelek peyvên din wek henekçî û meslehçî di zimanê kurdî de bixwe hatine çêkirin (paşgir ji tirkî deynkirî ye lê peyv bixwe di kurdî de hatine çêkirin). Lê -firaz ne wisa ye. Balyozxane (gotûbêj) 17:46, 21 gulan 2021 (UTC)
- DJ:Jê bibe--Balyozxane (gotûbêj) 20:47, 3 adar 2022 (UTC)